Erdogan li Bedlîsê heqaret li Goristina Xerzanê kir 2018-02-03 15:41:57 BEDLÎS - Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan li Bedlîsê axivî û ji bo Gorîstina Xerzanê ku 267 cenaze jê derxistin heqaret kir û got: “Gelo ew gorên sexte, niha li kune?”  Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan, ji bo beşdarî 6’emîn Kongreya Asayî ya partiya xwe bibe çû Bedlîsê. Erdogan berî kongreyê li ber Salona Sporê ya Îsmaîl Eren a Bedlîsê axivî û ji bo Gorîstana Xerzanê ya 267 cenze jê derxistin wiha got: “14 rojin hêzên me yên çekdarî li Efrînê ne. Ên li Efrînê zilmê li gel û neteweya min dikin, PKK’î, PYD û YPG’iyên li Bedlîsa min, dadgehên goran avakirin, me ew der li wan kir gor. Ew nikarin aramiya gel û neteweya min a vî welatî xera bikin. Me çi gotibû? Me gotibû ‘Ên ku huzûra neteweya min xera bikin, dê li ser serê xwe F16, helîkopterên û tankên me bibînin, emê bikevin şekeftin wan û wan tune bikin.”   Erdogan heqaret li Gorîstina Xerzanê kir û wiha got: “Gelo ew gorên sexte niha li kune?”