Aqûbeta windayan pirsîn: Em zalimên îro ji bîr nakin 2018-02-03 15:36:40 AMED / ÎZMÎR - Parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan li Amed û Îzmirê aqûbeta windayan pirsîn û diyar kirin ku dê zalimên îro ji bîr nekin. Malbatan xwest kujerên Maksut Tepeli, Mehmet Meşe û Abdulkadir Kurt bên darizandin.  Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê (ÎHD) û xizmên winayan, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" di hefteya 469’an de dîsa li avahiya ÎHD'ê ya Amedê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiyêde pankarta ku wêneyên windayan li ser heye vekirin û çîroka Abdulkadîr Kurd ê di sala 1994'an de li gundê Şêx Hemze yê navçeya Pasûra Amedê di serdegirtina gund de hat înfazkirin pirsîn. Dîsa aqûbeta Mehmet Meşe ê li heman gundî hat binçavkirin û windakirin pirsîn.    'VEŞARTINA RASTIYAN SÛC E'    Cîgirê serokê Giştî yê ÎHD û Serokê şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku 469 hefte ne  aqûbeta windayan dipirsin û dê di lêgerîna edaletê de israra xwe berdewam bikin û wiha got: "Hûn dê rojekê bi heqîqetê re bên rûqalî hev. Hemû kesên destê wan tev li cînayetan bûne dê bên darizandin. Dêrojekê lêborina xwe bixwazin. Li gelek warên cihanê wisa bûye. Divê dewlet kujeran ronî bike û hesap ji wan bipirse.    AQÛBETA MEŞE Û KURT PIRSÎN   Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Hasan Yalçin, aqûbeta Mehmet Meşe û Abdulkadîr Kurt ên di 10'ê Sibata 1994'an de li gundê Şêx Hemze ya Navçeya Pasûra Amedê hatin windakirin û înfazkirin pirsîn. Yalçin, anî ziman ku di serdema "Yekîneya Bolu" ya Tevgera taybet ve hatine windakirin û xwest hesap ji wan bê pirsîn û çîroka Kurt û Meşe xwend.    LI ÎZMÎRÊ JÎ ÇÎROKA MAKSUT XWEND   Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên windayan jî li ber avahiya Serokwezîrtiyê bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin" û “Bila girtiyên nexweş bên berdan" di hefteya 418'an de çalakiya xwe berdewam kirin. Parazvanên mafên mirovan û Xizmên windayan bi pankarta “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li Konkaê kom bûn û çalakî pêk anîn. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Alî Aydin daxuyanî da û bal kişand ser êrîşa TSK-OSO ya li ser Efrinê. Aydin, diyar kir ku bi êrîşa li dijî Efrînê nirxên mirovahiyê li Rojhilata Navîn xistine bin piyan û wiha got: "Qanûna bingehîn tune dihesibînin. Kesên aştiyê dixwazin mafê wan ê daxwaza aştiyê binpê dikin. Endamên Konseya Navendî ya TTB'ê, rojnameger siyasetmedar û welatiyên aştiyê dixwazin bi awayekî neheq tên binçavkirin.    Aydin, piştre çîroka Maksut Tepelî yê di 2'ê Sibata 1984'an de li Kuçukbakalkoya Stenbolê hat binçavkirin û windakirin pirsî. Hevsera Maksut Tepelî Şehriban Tepelî çîroka hevserê xwe xwend û got: "34 salin ez li faîlê hevserê xwe digerim. Ez dê heta dawî hesapê kujeran bipirsim. Ez hestiyê hevserê xwe dixwazim. Ez dixwazim faîl bên darizandin. Em dixwazin mirov li ruyê hev binerin. Heta kujer ronî nebin mirov nikarin li ruyê hev binerin. Heta winda bên dîtin û kujer bên darizandin em dê têkoşîna xwe ya edaletê berdewam bikin."