Endezyar: Dest ji Projeya Stenbolê ya Qanalê berdin 2018-02-03 15:27:13 STENBOL – Şaxa Odeya Endezyarên Derûdorê ya Stenbolê, bal kişand ser Projeya Stenbolê ya Qanalê, aşkera kir ku dê qanal bibe sedema qirêjiya hewayî, xwest desthilatdarî dest ji projeyê berde. Şaxa Odeya Endezyarên Derûdorê li şaxa Proje Komîsyonu Beyogluyê der barê Projeya Stenbolê ya Qanalê de, forûm li darxistin. Di forûmê de gelek endezyaran, saziyên civaka sivîl, xwendekar û welatî cih girtin.   ‘PROJE NE PROJEYEKE JI RÊZÊ YE’   Sekreterê Odeya Endezyarên Derûdorê Cevahîr Efe Akçelîk bal kişand ser "Projeya Delo Dîn" a Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan û aşkera kir ku Projeya Stenbolê ya Qanalê 45 kîlometre dirêj e. Akçelîk, da zanîn proje ne projeyek ji rêzê ye û wiha got: "Em wekî Endezyarên Derûdorê, dizanin ku dê ev proje texrîbateke mezin li Behra Marmarayê, dairstanan bike û dê hewayê qirêj bike. Projeya ku behsa wê dikin di sala 2011'an de hat bihîstin, tê gotin ku di sala 2018'an de dê hin aliyên wê yên endezyarî bikevin jiyanê, ev proje divê ji raya giştî re bê vegotin û gelekî girîng e.   ‘HIŞÊ MIROVAN NAGIRE’   Endamê Endezyarê Derûdorê Hakan Tekîn jî der barê naveroka projeyê de nirxandin kirin. Tekîn destnîşan kir ku texrîbata ekolojîk dê bandoreke xirab li ser behr, dairsan û qadên jiyanê bike. Tekîn Peymana Kendavên Montroyê jî bi bîr xist û wiha axivî: "Dibêjin ku keştiyên bar ên ji kendavê re derbas dibin xetere ne, dixwazin ku di qanalê re derbas bibin. Hişê mirovan vê nagre. Dest ji Projeya Stenbolê ya Qanalê bikişînin û em bang li raya giştî dikin ku ji bo proje betal bibe, têkoşînê bidin."   Endezyaran da zanîn ku wan der barê projeyê de raporek amade kiriye, dê di demên pêş de welatiyên li herêmê ziyaret bikin û di vê meşê de wan agahdar bikin.