Serê sibê tên, piştî derî tê kilîtkirin diçin 2018-02-03 15:08:46 AMED - Avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê, ji 20’ê Çile ku êrîşa li ser Efrînê dest pê kir heya niha dibin ablukeya polîsan deye. Polîs her serê sibê bi maşineyên zirxî tên ber avahiyê, heya saetên şevê piştî derî tê kilît kirin diçin.   Piştî êrîşa TSK-OSO ya li ser Efrînê di 20’ê Çile de dest pê kir, dewlet û hikûmeta AKP’ê bi heman rêbazê dixwaze hemû muxalîf û beşên civakê bêdeng bike. Avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê piştî êrîşên li ser Efrînê dest pê kir, di bin ablukeya polîsan deye. Polîs her serê sibê bi maşîneyên zirxî tên ber avahiyê û heya saetên şevê piştî derî tê kilîtkirn û şûn de diçin. Polîsan roja êrîşê destûr nedan ku partî li ber avahiya xwe daxuyanî bide û di dema Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan daxuyanî da de, hewldan devê wî bigirin.