Umut 49 rojin hêj nehatiye ser hişê xwe 2018-02-03 13:52:34 ÊLIH - Umut Ozalp ê 4 salî ku polîs bi maşînê ew birîndar kir 49 rojin li nexweşxaneyê tê dermankirin û hêj nehatiye ser hişê xwe.  Ûmût Ozalp ê 4 salî ku di 17'ê Kanûna 2017'an de li taxa Aşagi ya navçeya Hezexê ya Şirnexê, polîs bi maşîneyê li qelimand, 49 rojin hêj nehatiye ser hişê xwe. Umut ê 4 salî 49 rojin li Êlihê di nexweşxaneyeke taybet de tê dermankirin û bi cîhazê dijî.  Bav Nezîr Ozalp, diyar kir ku hêj xeteriya mirinê ji ser xwe navêtiy û wiha got: "Bijîşk ji bo kurê min rizgar bikin têdikoşin. Ez her roj piyê kurê xwe mesaj dikim. Piçeki piyê xwe dilebitîne. Bijîşk dibêjin hêj mejiyê wî naxebite. Bijîşkan diyar kirin ku dibe di rojên pêş de ji mejiyê wî emeliyat bikin. Ez dixwazim demek berî demekê kurê min bigêje tenduristiya xwe. Ez dê serî li hemû rêyên hiqûqî bidim. Em niha bi lêpirsîn û milê hiqûqî eleqeder nabin. Lê di demên pêş de em dê hemû mafê xwe yên zagonî biparêzin û em dixwazin zarokê me bê ser hişê xwe û rabe ser piyan."