Kemalbay: Hêviya AKP’iyan jî HDP ye 2018-02-03 12:31:33 ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Selpîl Kemalba di 2'yemîn Konferansa HDP'ê de axivî, aşkera kir ku pêvajoya çareseriyê ya Ocalan dabû destpêkirin, hêvî daye gelan û ev tişt got: "Li dijî rejîma ku AKP'î jî girtiye bin zextan, yekane hêvî û alternatîf em in." Kongreya Demokratîk a Gelan (HDP) li Otela Plaza ya Enqereyê 2'yemîn Kongeransa xwe pêk tîne. Konferansa ku qasî 500 delegeyî beşdar bûne, wekî dîwana konferansê Saruhan Oluç, Yurdusev Ozsokmenler hatin bilbijartin. Li sernavê dîwanê Saruhan Oluç axivî û bal kişand ser zextên li ser HDP'ê û ev tişt got: "Ruxmê vê jî me serî netewand. Erdogan û AKP'a ku dixwest me tasfiye bike, me sekna xwe neguherand. Em xwedî li siyaseta demokratîk, gel derketin û me stûyê xwe netewand. Îro ev heval û dostên me yên li vir, hevrêyên me yên jin duh li vir konferanseke girîng li darxistin û karekî baş kirin." Oluç aşkera kir ku HDP'ê kongreyên xwe yên bajar û navçeyan li darxistine, piştre konfernasên herêmî li dar xistiye û wiha axivî: "Em li vir encamên xebatên xwe dinirxînin. Emê ji van nirxandinan encaman derxin, biryarên polîtîk ên em li vir digirin bi biryaran re emê pêşkêşî kongreya mezin a 11'ê Sibatê bikin. Emê bi kongreya xwe ya mezin re, fîşeka işaretê li dijî kesên zextan dikin pêxin.   Oluç da zanîn ku ewê bi kongre û konferansan bidin nîşan ku ew li qadê ne û wiha pê got: "Em bi biryar in, bi hêz in, em hebûn û emê hebûna xwe biparêzin." Piştî axaftinê, Oluç rojeva konferansê ji delege û beşdaran re parve kir.   KEMALBAY: BERXWEDANA ME HIN KESAN ŞAŞO MAŞO DOKE   Piştre Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay derket ser kursî, bi işareta serkeftinê kesên li salonê silav kir û ev axaftin kir: "Em her sibê bi operasyon û bi zextan dest bi rojê dikin, ew qas bihêzbûna me û hatina me ya gel hev hin kesan şaşo maşo dike. Dibêjin em dixwazin wan tune bikin, lê ev tune nabin. Di binê vê hêz û mafdariyê de soza 'emê bi ser kevin' a dane gelan e. Em şoreşger in û her yek ji me neferekî/ê vî gelî ne." Kemalbay ji HDP'iyên girtî re spasiyên xwe kir û wiha got: "2 sal û nîv e ev têkoşîna ku em didin hêviyê dide."   ‘AKP HER ROJ XIRABIYÊ RÊXISTIN DIKE’    Kemalbay, aşkera kir ku li hemberî vê sekna HDP'ê, "her roj xirabî û şer tê rêxistinkirin" û wiha pê de çû: "Ya rast yên di zor û zehmetiyê de, AKP'a her orj xirabiyê rêxistin dike ye. Rayedarê û xebatkarên wan in. Dibêjin ku em çi bikin ku morîkên ku Erdogan qetandine, em berhev bikin û ji bo wê reş û spî berhev dikin. Dibe ku hêviya wan jî girêdayê me ye. Difikirin ku rojek berî rojekî HDP vê despotiyê hilweşîne ku em jî rihet bibin." Kemalbay got ku dê têkoşîna wan AKP'iyan jî rizgar bike.   ‘DÊ TTB JI BO ŞER TIŞTÊN BAŞ BÊJE?’   Kemalbay destnîşan kir kuk êrîşên li dijî Efrînê ne rewa û mafdar in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rêveberiya Tirkiyeyê ji vî warê ku mirov lê civiya ne çi dixwaze. Ji aştiyê dirtisin. Êrîşa wan a bê şerm a li dijî TTB'ê jî ji ber vê ye. TTB'ê çi got, şer pirsgirêka tenduristiyê ya gel e. Ma ne wisa ye, ji ber şer 3 milyon û nîv mirov ji cihên xwe nebûn, nebûn penaber? Her roj di van şeran de jin û zarok jiyana xwe ji dest didin. Kesên sonda hîpokratê xwendine dê ji şer re bêjin baş e? Hemû gelên li Tirkiyeyê şer naxwazin." Kemalbay da zanîn ku partiya ku bêhna Tirkiyeyê fihet bike partiya wan HDP ye.   ‘JI BER EM ALTERNATÎF IN ÊRÎŞÎ ME DIKIN’    Kemalbay diyar kir ku HDP ji bo gelên Tirkiyeyê partiyek alternatîf e û wiha axivî: “Ji ber vê em bi hêz in. Li gel ewqas êrîş û zextên dijwar jî ji ber em bi hêz in gav paş ve neavêt. Em xûrt in û bi vê boneyê em têkoşîna xwe didomînin. Erdogan dixwaze îşlikê dîna li me bike. Dê gelên Tirkiyeyê vî îşlikê biqetînin û biavêjin.”    ‘HEZKIRINA WE YA WELAT EVE?’   Kemalbay li dijî gotinên “Hezkirina welat” a rêveberiya AKP’ê bertek nîşan da û ev nirxandin kir: “Hûn lî ser wan bombeyan nav dinivîsînin û diavêjin ser zarokan. Navê vê dibe hezkirina welat. Hezkirina van a welat bi bankaya cîhanê re girêda ne. Polîtîkaya wan her roj mirovan feqîr dikin û qadên çandiniyê tune dikin. Ji ber polîtîkayên Tirkiyeyê wekî qada Arnavutluk û Ermenistanê ‘dervayî çandiniyê’ hiştine. Hezkirina we ya welat eve? Emê destûr nedin polîtîkayên tunekirinê û nehêlin hûn van polîtîkayan bi Efrînê re bikin yek.”    ‘KA KOALÎSYON NEBAŞ BÛ’    Kemalbay da zanîn ku ew ê li gel tifaqa AKP’ê û MHP’ê dê jiyana bi hev re ya gelan ava bikin û yên ji wan re digotin tifaq ango koalîsyon ne başe niha bi hev re koalîsyonê dikin.    ‘JI ÇARESERIYÊ TIRSIYAN’    Kemalbay anî ziman ku dê civaka Tirkiyeyê di sala 2013’an de pir nêzî aştiyê bûn û wiha got: “Hevdîtinê li gel Ocalan ji gelan re bûn hêvî. Dîtin û tirsiyan ku desthilatdariya xwe winda bikin, van gavan avêtin. Kes nikare gelê kurd li vî welatî tune bihesibîne. Polîtîkaya aştiyê polîtîkaya çareserkirina bi gelan re ye. Êdî cih ji riya tecrîd, girtîgeh, zext û tundiyê re nemaye. Dem dema me ye. Em ê bi beşdariyek herî xûrt li Areneya Enqereyê kongreya xwe li dar bixin û bikin şahiya demokrasiya gelan.”    SILAV JI GIRTIYAN RE ŞANDIN    Kemalbay navê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevseraka berê Fîgen Yuksedag, wekîlên girtî, hevşaredarên girtî bibîr xist û silav ji wan re şand. Dema Kemalbay silav da siyasetmedarên girtî, girseyê li salonê bi çepikan silav ji siyasetmedaran re şand.    Konferans bi nirxandinên mêvan û delegeyan ên têkildarî rojevê didome. Konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.