Malbata Hanas ji Alîpaşa bi darê zorê hatin derxistin 2018-02-03 11:39:02 AMED – Malbata Hanas a ji 7 kesan pêk tê demek dirêje li Sûrê li dijî hilweşandinê li ber xwe didin. Şev nîvê şeve zabite û polîsan bi ser mala wan de girt û ji ber gefan neçar man bar bikin. Murat Hanas diyar kir ku di sala 1993’an de li Licê ji gundên xwe û niha jî ji mala xwe ya li Sûrê hatine derxistin.  Li taxên Alîpaşa û Lalebey ên navçeya Sûra Amedê di bin navê “Veguhstina bajarvaniyê” hilweşandin dewam dike. Li kolana Talû ya taxa Alîpaşa her dawî du mal mabûn û bi gefa polîsan ev mal jî hatin valakirin. Murat Hanas ji destpêka hilweşandina taxê mala xwe terk nekirin û diyar kir ku şev nîvê şevê polîsan bi ser mala wan de girtiye û gef li wan xwarine. Malbata Hanas ji ber zextan neçar ma ji taxa Alîpaşa koç bike û çûn li taxa Şehîtlîkê bicih bûn.    ‘EM MEXDÛRÊ DELETÊ NE’    Malbata Hanas a ji 7 kesan pêk tê di sala 1993’an de ji gundê Bamitnê ya Licê ji ber zextên dewletê neçar mabûn koç bikin û hatine li Sûrê bicih bûne. Murat Hanas da zanîn ku 25 sal ew li Sûrê dijîn û dewletê cara duyemîn zext li wan kiriye û wan ji mala wan kiriye. Hanas got: “Dewletê berê di bin navê ‘terorê’ de me ji malê me kir. Niha jî em heman tiştî li Sûrê dijîn. Tiştê min di zarokatiya xwe de li Licê jiyî, niha jî heman tişt li Sûrê bi serê zarokên min de qewimî. Em mexdûrê dewletê ne.”    ‘BIRYAR Û BELGE TUNE YE, BI DARÊ ZORÊ HEY’    Hanas destnîşan kir ku ji ber li mala xwe dima bi zextan re rû bi rû maye û wiha axivî: “Yanî her tim dê ew diyar bikin ku ez ê li ku bijîm. Ji ber vê ez ji mala xwe derneketim. Ji ber ku min zextên wan red dikir, duh bi şev polîsên dewletê û zabiteyan bi ser mala min ve girt. Ji me re gotin ‘Heke ku hûn ji malê dernekevin, em ê we bi darê zorê derbixin û binçav bikin.’ Min got di destê we de belgeyek hiqûqî heye. Gotin ‘na.’ Min got belgeya hilweşandinê di destê we de heye. Polîsan ji min re got ‘Belgeya çi. Ez ji kaxiz maxizê hilweşandinê fêm nakim. Tu bixwazî em te bibin qereqolê li ser kaxizê tiştek ji te re çêbikin.’ Min jî li hember vê tişta wan got îtîraz kir. Her roj bi ser mala min de digirtin û zextên ku em ji mala xwe derbikevin dikirin. Herî dawî bi darê zorê me derxistin.”    ‘MALÊN TOKÎ’YÊ NAXWAZIM’    Hanas anî ziman ku ew naxwazin li malê TOKÎ çêdike bimînin û ev tişt got: “Min qeyda xwe li TOKÎ çênekir. Kes jî serlêdana min ravsiye nekir. Yên serî li TOKÎ’yê dane jî nizanin dê li ku û di malên çawa de bimînin. Bi tu awayî agahî nadin welatiyan. Henekên xwe bi mirovan dikin. Hemin wisa xwedî niyetek baş in, bila li şûna mala min hildiweşînin, nû bikin û bidin min. Malên TOKÎ’yê ji min re ne lazim e.”    MA / Esra Solîn Dal