Malbata girtiyê nexweş Keleş: Bila Selamî bê berdan 2018-02-03 09:05:41 EDENE - Girtiyê bi nexweşîna epîlepsiyê ketibû Selamî Keleş ê li ser hemû hewldanan dest bi tedawiya wî hat kirin, nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê çê bike. Malbatê xwest Keleş bê berdan.  Li ser hewldanên parêzvanên mafên mirovan û Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, di 24'ê Çileyê de girtiyê bi navê Selamî Keleş ê bi nexweşîna epîlepsiyê ketibû ji bo tedawiyê ji Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê sewqî nexweşxaneya Nexweşînên Ruh û Damargiriyê ya Bakirokoyê hat kirin. Li nexweşxaneyê tedawiya Keleş didome. Uzeyîr Kilgi, xizmê Keleş, diyar kir ku li gor roja berê rewşa Keleş hinekî baştir e û êdî dikare xwarinê bixwe.    'BILA BÊ BERDAN'    Kilgi, got di 1'ê Sibatê de dayika Keleş çûye nexweşxaneyê û tenê 5 deqîqeyan karibûye bi kurê xwe re hevdîtinê çê bike. Kilgi bi lêv kir ku Keleş ne dikare bi parêzerên xwe re ne jî bi malbata xwe re hevdîtinê çê bike. Kilgi ev tişt gotin: "Bijîşkê wî ji parêzer re gotiye 'li gor roja ewil baştir e. Roja ewil nikaribû xwarinê bixwe. Lê niha dikare bixwe. Em di her astê de nexweşîna wî lêkolîn dikin. Hem di warê derûnî de hem jî di warê dermanan de tê tedawîkirin.' Hîn jî tiştek nayê bîra Keleş. Em li benda rapora heyetê ne. Belê tê tedawîkirin. Lê belê em dixwazin li cem malbatê be û bê tedawîkirin. Ji bo vê em dixwazin bê berdan."    REWŞA WÎ NEBAŞ E'    Guzel Keleş, dayika Selamî Keleş, diyar kir ku di 1'ê Sibatê de ji bo ew kurê xwe bibîne çûye nexweşxaneyê. Dayik Keleş, got bi alîkariya kesekî kurê wê anîne cem wê û piştî du deqîqeyan şûn de dîsa ew birine. Dayik Keleş ev tişt gotin: "Min kurê xwe nas nekir. Wî jî ez nas nekirim. Tenê du deqîqeyan min ew dît. Li cem min direhilî. Dema min ew di wî halî de dît ez pir êşiyam. Piştî du deqîqeyan şûn de dîsa ew birin odeya wî. Rewşa kurê min nebaş e. Tenê dikare xwarinê bixwe. Niha kurê min bi tena serê xwe di odeyekê de ye û tê tedawîkirin. Belê, dizanim li nexweşxaneyê pirsgirêkeke biçûk jî derkeve dê mudaxile bikin lê wek dayikekê dilê min ne rihet e ku bi tena xwe di wê odeyê de ye." Keleş ku got "saleke her ku diçim wê girtîgehê û kurê xwe di wî halî de dibînim perîşan dibim" diyar kir ku her ku ew diçû girtîgehê didît ku kurê wê heliyaye û tam salekê kurê wê nehatiye tedawîkirin. Dayik Keleş wiha domand: "Heke di wext de kurê min bihatana tedawîkirin, belkî kurê min ne di wê rewşê de bûna. Dixwazim kurê min bê berdan. Dixwazim li ber çavên me bê tedawîkirin."