Êdî konan jî bi kirê didin karkeran 2018-02-03 09:04:41 MÊRSÎN – Penaberên sûriyeyî yên di konên serobero û şert û mercên nebaş de dijîn, keda wan tê xwarin  û cihê ku konên xwe lê vedane jî bi pera ye. Her wiha zarokên wan jî ji bo bi zimanê xwe bên perwerdekirin hewl didin.  Ji ber şerê sûriyeyê bi hezaran penaberên sûriyeyî hatin Tirkiyeyê û ji bo debara xwe bikin ji sibehê heta êvarî bi beramberiya nanozikoyî li nêv erdan tên xebitandin. Yek ji deverên ku penaberên sûriyeyî lê bi cih bûne jî Taxa Adanalioglû ya navçeya Akdenîz a Mêrsînê ye. Li vir penaber li serayan bi heqdesteke kêm tên xebitandin û rojê 30 lîre yewmiye dîstinîn. Penaber ji sibehê heta êvarî bi 30 lîreyî dixebitin û keda wan tê xwarin.    Bi dehan malbatên sûriyeyî hatine gel hev û li ser erdekî konên xwe yên serobero vedane, lê belê bêyî ku pêdiviyên wan ên zarûrî yên wek avê jî bi cih bên, mehê di navbera 200-300 lîreyî de heqê cihê ku konê xwe lê vedane didin. Hat hînbûn ku xwediyê erd li nêv erd saeta ceryanê daniye û dawiya mehê heqê fatûreya ceryanê ji penaberan distîne, lê belê penaber bi zor û zehmetî heqê fatûreya ceryanê peyda dikin. Her wiha li erdê ku kon lê vedana ava paqij jî tune ye û ji ber vê malbat avê ji bîran dikişînin. Malbat xwarinên xwe bi heman avê çê dikin û firaq û kincên xwe bi hemann avê dişon û ev jî rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê vedike.    DEMA BARAN DIBARE PERÎŞAN DIBIN    Penaber, ji bo ava baranê li wan neke û zirarê nede wan li dor konên xwe xendek çê kirine. Her çi qas xwestine av di van xendekan re here, lê dîsa jî zirarê dide wan. Roja ku baran dibare, av dikeve konên wan û wê rojê hema bêje xew li wan diherime. Di rojên baranî de herî zêde jinên penaber mexdûr dibin. Lewre di van rojên baranî de jin hewl didin ava di konan de derxînin û hewl didin xalî û nivînên ku şil dibin jî zuha bikin û dikevin etra zarokên xwe da ku nexweş nekevin.    Li gel evqas zor û zehmetiyan jî, penaber hewl didin ku di konan de bi zimanê xwe perwerdehiya xwe bidomînin. Zarokên ku temenê wan di navbera 6-12 salan de û nizanin bixwînin, dersê xwendin û nivîsandinê û yên olî mamsoteyê bi navê Xelîl ê berê li Sûriyeyê mamsoteyê îlahiyatê bû dide wan. Nêzî 25 xwendekar di konekî biçûk de dersê dibînin.