Girtîgehê kurdî li xizmên girtiyan qedexe kir 2018-02-03 09:04:05 MÊRDÎN - Malbatên ku serdana xizmên xwe yên li Girtîgeha Tîpa T a Îskenedûrnê kirin, diyar kirin ku gardiyanan ji wan re gotiye "Axaftina bi kurdî qedexe ye."  Di demên dawî de li girtîgehan binpêkirinên mafên gelekî zêde bûne. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûna Hatayê ye. malbatên ku li girtîgehê serdana xizmên xwe yên girtî kirin, pirsgirêkên ku li girtîgehê rû didin ragihandin. Xizmên girtiyên ku demek berê ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê hatin kirin, dema xwestin di hevdîtina bi xizmên xwe re bi kurdî biaxivin gardiyanan nehiştiye. Xizmên girtiyan diyar kirin ku gardiyanan ji wan re gotiye "Axaftina bi kurdî qedexe ye". Her wiha malbatan bi lêv kir ku girtiyan gotiye tim heqaret li wan tên kirin.    GIRTÎGEHÊ QEBÛL NEKIR    Malbatan bi bîr xist ku berê jî pirtûkên girtiyan hatine desteserkirin û wiha gotin: "Em newêrin navên zarokên xwe bidin. Ji ber ku berê dema yên pirsgirêkên girtîgehê raghandin bi muameleyên nebaş re rû bi rû man. Ne pirtûkan ne jî rojnameyan werdigirin. Xizmên me gotin dema ew di qawîşan de bi hevdu re bi kurdî diaxivin heqaret li wan tên kirin."   Têkildarî mijarê em li rêveberiya girtîgehê geriyan, lê rêveberiyê parast ku li girtîgehê kurdî ne qedexe ye.