Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da 2018-02-02 18:11:36    STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û 3 girtiyên din, ji bo hevdîtinên bi xizmên xwe re pêk bînin serî li Serdozgeriyê Komarê ya Bûrsayê dan. Heta niha malbata Ocalan ji bo hevdîtinê 62 caran serî li serdozgeriyê daye.   Mehmet û Fatma Ocalan ji bo li Girtîgeha Îmraliyê bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan re hevdîtinê çê bikin, bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Her wiha Alî Konar, birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim, birayê Hamîlî Yildirim, Sabîha Aslan, xwişka Veysel Aktaş ê di Girtîgeha Îmraliyê de jî ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re çê bikin bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Malbat ji 11'ê Îlona 2016'an ve 62 carin ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê didin.