Baroya Amedê: Dozger bêdil nêzî dosyeya Elçî dibe 2018-02-02 15:09:26 AMED – Baroya Amedê di çalakiya ji bo kujerên Tahîr Elçî bên dîtin a vê hefteyê de, diyar kir ku meqamên lêpirsînê ji bo ronîkirina dosyayê bêdil tevdigerin.   Baroya Amedê, ji bo kujerên Tahîr Elçî yê di 28'ê Mijdara 2015'an li ber Minareya Çar Ling a Sûrê hat kuştin bên dîtin, di hefteya 112’emîn de li ber Edliya Amedêk daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta bi kurdî û tirkî ya “Em te jî bîr nakin” ku wêneyê Elçî li ser heyî hat vekirin. Alîkarê Serokê Baroya Amedê Sertaç Buluttekîn, daxuyî da û wiha axivî: “Ji bo ronîkirina dosyeya Elçî meqamên lêpirsînê bêdil tevdigerin. Ligel ku du sal ser kuştina Elçî re derbas bûn jî, hîna tu pêşketin çênebûye. Ji ber vê yekê em meqamê lêpirsînê şermezar dikin. Heya ku dosya bi encam bibe emê li ber Edliya  Amedê çalakiya xwe bidomîn in.”   Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.