91 fezleke ji bo HDP'ê bi giştî 113 fezleke şandin meclîsê 2018-02-02 15:08:48 ENQERE - Ji bo destnedayîna wan a li meclîsê bê rakirin 113 fezlekeyên nû şandin meclîsê. Ji vana 91 fezleke der barê parlamenterên HDP’ê dene.  Wezareta Dadê ji bo destnedayina wan a wekîltiyê bê rakirin 113 fezlekeyên nû ji meclisê re şandin. Ji fezlekeyên ji meclîsê re hatin şandin jê 91 fezleke der barê parlamenterên HDP’ê dene.    Der barê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demirtaş de 2 fezleke hatin şandin. Parlamenterê HDP’ê yên fezleke ji wan re hatin şandin wiha ne: Osman Baydemir de 8, Nadîr Yildirim 6, Feleknas Uca 4, Ayşe Acar Başakın 4, Saadet Becerikli 2, Sibel Yigitalp 4, Dîlek Ocalan 2, Ahmet Yildirim 4, Meral Danış Beştaş 3, Alican Onlu 5, Behçet Yildirim 2, Kadri Yildirim 1, Aycan Îrmez 2, Huda Kaya 2, Sirri Sureyya Onder 1, Çaglar Demirel 5, Bedîa Ozgokçe Ertan 3, Îmam Taşçier 2, Hişyar Ozsoy 1, Mahmut Togrul 3, Berdan Ozturk 1, Mehmet Emin Adiyaman 1, Mizgîn Irgat 2, Ertugrul Kurkçu 2, Nihat Akdogan 1, Îdris Baluken 1, Ziya Pir 2, Ayhan Bilgen 1, Mehmet Ali Aslan 1, Mithat Sancar 2, Dirayet Dilan Taşdemir 2, Adem Geveri 1, Ali Atalan 2, Gulser Yildirim 2, Garo Paylan 1, Nimetullah Erdoğmuş 1.    DER BARÊ KILIÇDAROGLU DE 2 FEZLEKE   Der barê Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu de jî 2 fezlekeyên nû şandin. Fezlekeyên ji barê parlamenterên CHP’ê re hatin şandin jî wiha ne: Engin Altay, Veli Agbaba û Mustafa Akaydin ji bo her yekî 2. Devrim Kok, Aykut Erdogdu, Haluk Peşken, Niyazi Nefi Kara, Eren Erdem, Zulfikar Înonu Tumer, Mustafa Husnu Bozkurt, Ayşe Gulsun Bilgehan, Haydar Akar, Tacettin Bayır, Mahmut Tanal, Mehmet Tum, Sezgin Tanrikulu, Onursal Adiguzel û Ali Şeker ji bo her yekî 1 fezleke hatin şandin.