Girtiyê xwe şewitind derman nekirin û şandin girtigehê 2018-02-02 14:59:53   XARPÊT -  Dayîka girtiyê siyasî Vedat Ozer ê li Girtîgeha Xarpêtê, diyar kir ku berî du rojan kurê wê agir berdana bedena xwe û beyî wî derman bikin, ji nexweşxanê paşve şandine girtîgehê.   Hat diyar kirin ku girtiyê siyasî Vedat Ozer ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 2’yemîn a Tîpa F a Xarpêtê berî 2 rojan ji ber binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn, agir berda bedena xwe. Dayîka girtiyê siyasî Vedat Ozer Raziye Ozer, diyar kir ku dest û piyên kurê wê heya navika wî şewitîne. Dayîk Ozer, da zanîn ku kurê wê rakirine Nexweşxaneya Lêkolînê ya Xarpêtê û wiha axivî: “Kurê min bêyî ku derman bikin, paşve şandine girtîgehê.”   BERÎ BIBIN NEXWEŞXANÊ DERP DIKIN   Ozer, anî ziman ku dozger destûr da bi kurê xwe re hevtînê pêk bîne û wiha got: “Kurê min 2 salin girtî ye. Di hemû hevdîtinan de tim behsa zilma li Girtîgeha Xarpêtê dikir û digot dibin tecrîtê dene. Kurê min li dijî cilên yek tîpî û binpêkirinên mafan xwe şewitand. Gardiyanên mudaxileyê kurê min  dikin, berî bibin nexweşxanê derp dikin, zimanê xwe lê derdixin û heqaretê lê dikin. Kurê min li girtîgehê nebaşe. Ez bang li raya giştî dikim ku bi hestiyar tevbigerin.”   Dayîk Ozer, di dawiya axaftina xwe de xwest ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin.