Parêzer Balsak: Ji ber ku Guven aştî parast hat girtin 2018-02-02 14:48:35 AMED - Parêzer Cemîle Turhalli Balsak, diyar kir ku AKP'ê bi OHAL û KHK’an daraz xistiye destê xwe û wekî mertalan ji bo xwe dide xebatê û ev tişt got: "Miwekîla min Leyla Guven ji ber ku got 'Ji şer re na aştî a niha' hat girtin." Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) yek jî saziyên herî mezin ên civaka sivîl e. Hem li herêmê û hem jî li Tirkiyeyê gelek partî û saziyên sivîl di bin sîwana wê de têkoşîna mafên xwe didin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji ber ku li dijî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê derket û daxuyanî dan çapemeniyê, 9 rojan di bin çavan de ma û di 31'ê Çileyê de bi îdiaya "Rêxistin ava kiriye û bi rêve biriye" hat girtin. Di 20'ê Çileyê de piştî li dijî Efrînê êrîşên TSK'ê û OSO'yê dest pê kirin, bi rêya telefonê beşdarî bernameya televîzyonê bû, ji ber ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan peyva Birêz Ocalan got, sûcdar hat dîtin.   'EWLEHIYA KESAYETIYÊ JI HOLÊ RADIKE'   Parêzera Guven Cemîle Turhanlli Balsak, der barê sedemên girtina Guven de axivî û ev tişt got: "Ji ber ku Guven der barê Efrînê de daxuyanî dan lêpirsîn hat destpêkirin. Dosyaya wê ya KCD'ê li vê lêpirsînê hat zêdekirin. Bi vê lêpirsînê re li Tirkiyeyê kî/ê der barê desthilatdariyê de biaxive sûc tê hesibandin û bi vê ewlehiya kesayetiyê ji holê radibe. Kesên li dijî şer derdikevin, xwedî li azadî û mafên civakî derdikevin, tên sûcdar kirin."   'JI BER DOSYAYÊN CEMAETÊ LÊPIRSÎN VEKIRIN'   Balsak destnîşan kir ku Guven di parastina xwe de aşkera kiriye ku ew Hevseroka KCD'ê ye, ev jî sedemeke girtina wê ye û wiha pê de çû: "Wekî ku KCD 'tevgereke dijî qanûnê' be der barê Guven de biryara girtinê derxistin. Ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bên çareserkirin, Guven yek jî wan kesên muxatab bê girtin e. Endamên cemaetê yên di nav emniyet û darazê di bin navê KCK'ê de der barê siyasetmedarên kurd de lêpirsîn vekirin û Guven 4-5 salan di girtîgehê de ma. Piştî vê dozê 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn."   Balsak anî ziman ku di makeqanûnê de mafên mirovan wekî hev e û hiqûq ji bo tu kesî naguhere û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ku polîtîkayên desthilatdariyê rexne kirine der barê wê de lêpirsîn hatiye vekirin. Di makeqanûnê de azadiya remanê heme, ev tenê ji bo partiyên desthilatdariyê derbas dibe. Desthilatdarî dibêje ku 'Alîgiriya rêxistinê' bi şênberî dixwiyê. Em tev li vê yekê nabin. Li gorî desthilatdariyê Serokwezîr dikara bêje Kurdistan, ji bo vê li çepikan dixin. Heke Leyla Guven bêje Kurdistan, Ew geva li 'Pergala welat dixwe.' Ji ber ku Leyla Guven li dijî şer derket û aştî parast hat girtin."   Balsak, aşkera kir ku biryara girtinê ya der barê Guven bibin temîzê.   MA / Denîz Tekîn