‘Divê dest ji dijminantiyê bê berdan’ 2018-02-02 14:37:14   STENBOL/Mêrsîn - DÎSK Genel-Îş xwest ku endamên TTB’ê bên berdan û wiha got: “Divê dest ji dijminantiya saziyên pişeyî û rêxistinên demokratîk, bên berdana.” EMEP’a Mêrsînê jî, xwest bijîşkên binçavkirî bên berdan.    Sendîkaya Karkerên Xizmeta Giştî (Genel-Îş) a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) derbarê binçavkirinên serok û endamên Konseya Navendî  ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) daxuyaniyek nivîskî weşand. DÎSK Genel-Îş, diyar kir ku rêveberiyên saziyek binir ji ber ku ramanên xwe anîn ser ziman, rastî êrîşên siyasî hatin û wiha got: “Ev îhlalkirina mafê mirovane. Ev yek nayê qebûl kirin. Meqakên erkên siyasî ger dinava 15 salan de guh bidan daxwazên rêxistinên welatparêz, demokratîk, bi edalet û xwedî maf û rêveberiya dewleta demokratîk bi hata esas girtin, weke ku dibin ne dikevin dafik û ne dixapiyan. Divê dest ji dijminantiya rêxistinên demokratîk ên zanebûnên xwe yên demokratîk  tînin ziman û saziyên pîşeyî berdin.  Hemû kes ne mecbûre ku mîna daesthilatdariyê bifikire. Li ser TTB’ê bêdengkirina civakê beyhû deye. Em dixwazin rêveberên TTB’ê bên berdan û paşve vegerin ser karên xwe.”    MÊRSÎN   Rêxistina Partiya Kedê (EMEP) a Mêrsînê jî, derbarê binçavkirina 11 endamên Konseya Navenda TTB de li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê EMEP’ê yê Mêrsînê Mehmet Taşçi di civînê de axivî û wiha got: “Li Tirkiyeyê demokrasî ji holê hatiye rakirin. AKP’ê bi OHAL û KHK’an welat kirine rewşekê ku ji navê nayê derxistin.”     'AZADIYA RAMANÊ'   Taşçi, da zanîn ku AKP bi polîtîkayên xwe yên şer welat ber bi avgîra Rojhilata Navîn ve dibe û wiha wiha bilêv kir: “AKP bi OHAL û KHK’ê welat birêv dibe. Ji bo rêveya tek partî û tek zilam, li dijî herêma Efrînê ya Sûriyeyê operasyon pêk anî. Bi pêkanên şer dixwaze OHAL’ê daîmî bike.”   Taşçi, di dawiya axaftina xwse de xest bijîşkên binçav kirî bên berdan.