Axaftinên bi malbatê re kirin ‘axaftinên rêxistinî’ 2018-02-02 13:57:55 STENBOL – Siyasetmedar Îhsan Çelîk di “Doza Sereke ya KCK’a Stenbolê” de parastin kir û got ku axaftinên wî yên bi malbatê re kiriye wek “axaftinên rêxistinî” di îdianameyê de cih girtine.  15'emîn danişîna “Doza Serek a KCK’a Stenbolê” ku 205 siyasetmedarên kurd jê tên darizandin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Gelek siyasetmedarên ne girtî ne beşdarî danişînê bûn û parêzerên endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) amade bûn.    Di serê danişînê de têkildarî ku siyasetmedar û zimanzan Samî Tan parastina xwe kiriye ji dosyeyê belge derxistin. Tan li dijî rewşê îtîraz kir. Tan got ku berê wî parastin nekiriye û tenê tespîta nasnameya wî kirine. Heyeta dadgehê xwest der barê rewşê de lêkolîn bê kirin.    SÛCÊ WÎ TENÊ EW E KU ÇÛYE AKADEMIYA SIYASETÊ    Danişîn bi parastina rêveberê BDP’ê ya berê Îhsan Çelîk dest pê kir.    Çelîk anî ziman ku ew çûye akademiyên siyasetê yên BDP’ê û çûyîna wî ya akademiyan wek sûc nîşan dane. Çelîk Destnîşan kir ku axaftinên di tapeyên telefonan de cih digirin hemû bi hevjîn û zarokên xwe re axiviye û ev axaftin di îdianameyê de wek “axaftinên rêxistinî” cih girtiye. Çelîk diyar kir ku hinceta girtina wî ya 14 mehan tenê ew e ku çûye akademiyên siyasete ya BDP’ê.    Piştî parastina Çelîk, heyetê xwest kêmisiyên dosyeyê bên temamkirin. Piştî navberek kurt heyeta dadgehê doz taloqî 23’ê adarê kir. Siyasetmedarên bersûc diyar kirin ku ew roj dikeve hefteya Newrozê û li ser vê yekê dadgehê doz taloqî 16’ê adarê kir.