Doza xebatkarên Azadiya Welat hat dîtin 2018-02-02 13:31:05   AMED - Yekemîn danişîna doza 12 belavkarên rojnameya Azadiya Welat ku ji ber îxbarek nerast, polîsan bi ser buroya navenda wê de girtibûn û binçavkirinbûn, hat dîtin.    Danişîna doza 12 xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hatin girtin ya bi îdîaya “alîkarî daye rêxistinê" ji 7,5 salan heta 15 salan ceza ji wan tê xwestin, li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di 28’ê Tebaxa 2016’an de ji ber îxbareke nerast polîsan ser buraya navendê ya Azadiya Welat de girtin û 24 belavkarên rojnameyê binçav kiribûn. Ji 24 kesan yekem danişîna 12 kesan hatin dîtin. Doz li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Bi îdîaya “Bi zanebûn û raza dilê xwe alîkarî dane rêxistinê” ji belavkaran re, ji 7.5 sal heya 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.  Hamdullah Bayram, Hayat Yilmaz, Mehmet Emîn Kaya, Pusat Bulut, Mecrum Tekol, Ziyan Karahan, Ercan Yeltaş, Esra Solîn Dal, Mehmet Aydin û Mehmet Emîn Akgun ên derve tên darizandin beşdarî dozê bûn û Cengîz Aslan û Ahmet Kizilay ji ber hincetên cûda nekarîn beşdarî bibin. Piştî tespîta nasnameyan û çewherê îdîanameyan hatin xwendin, belavkarên rojnameyê parastin kirin. Belavkarên rojnameyê di parastina xwe de, diyar kirin ku rojnameya Azadiya Welat rojnameyek fermî bû, tu qedexeya wê tunebû, bi destûra dozger derdiket, ji ber vê yekê ne sûçe û beraata xwe xwestin. Dozgerê mutala da, xwest ku kêmasiyên heyî bên derbaskirin.     ‘ROJNAMEYA FERMÎ, MÎNA DERQANÛNÎ TÊ NÎŞANDAN’   Dûre Parêzer Resul Tamur parastin kir û wiha got: “Gava belavkaran ji bo hesabên xwe yên heftane bikin li hev kom bûbûn, ji ber îxbarekê polîsan ser büroya navendê de girtin. Dozger rojnameya Azadiya Welat di îdîanayê de weke ku rojnameyek derqanûniyê nîşan daye. Lê dûre jî gotiye bi KHK’ê hatiye girtin û zagoniya wê qebûl kiriye. Saziyekê ku ne zagonî be bi KHK’ê nayê girtin. Rojname berî di çapxanê de derbikeve mînaka wê ji Serdozgeriya  Komarê re tê şandin û piştre  rojname tê çapkirin. Berî rojname bi KHK’ê bê girtin, tu carî derbarê wê de biyara girtinê û komkirinê nehat dayîn. Ji ber vê yekê ne sûçe ku rojname bê belavkirin. Ji ber van hemû sedaman beraeta muwekîlên xwe dixwazim.   Şandeya dadgehê ji bo kemasiyên di dozê de bên temakirin, biryara  xwe ya navberê şakere kir û doz taloqî 18’ê Adarê kir.     Rojnameya Azadiya Welat li Tirkiyeyê ku tekane rojnameya bi Kurdî weşan dike di 29’ê Cotmaha 2016’an de bi KHK’ê hat girtin.