Wêne nîşan didin ku gundê Çelemê çawa hatiye rûxandin 2018-02-02 11:12:33   EFRÎN – Gundê Celemê di encama topbaran û bombebarana rojane ya TSK'ê de gelek zirar dît. Bi wêneyan hat piştrastkirin ku gund di encama topbaranê de çiqas zerar dîtiye.    Operasyona TSK-OSO ya li dijî Efrînê di roja 14'an de berdewam dike. Di demên dawî de nûçeyên ku di navbera TSK û OSO de nakokî û niqaş hene zêde dibin. TSK di rojên dawî de zêdetir bi hawan, top û bombekirina balafiran şer li ser Efrînê dimeşîne. Heta niha gelek gund bi awan û topan hatin bombekirin. Endama topbaran û bombebarana TSK'ê û rûxandina gundan bi dîmen û wêneyan jî roj bi roj derdikeve holê. Heta niha di encama topbaranan de gelek mal hatin xerakirin û herî dawî perestgeha Eyn Dara bûbû rojev. Niha jî Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bi wêneyan êncama êrişa topbarana li ser gundê Celeme bi raya giştî re parve kirin. Wêneyên ku hatin belavkirin nîşan dide ku gund çiqas zerar dîtiye.