Tim navnîşana hilberîna hevpar in 2018-02-02 09:30:26 ŞIRNEX – Li Basanê, şikeftên ku beriya demeke dûr û dirêj qada hevpar a jiyanê ya mirovan bûn, hîn jî ji bo gelek malbatan wek cihên ku pêdivî lê tên veşartin û bicihkirin tên xebitandin. Şikeftên ku beriya demek dûr û dirêj li navçeya Basana Şirnexê wekî qadên jiyanê dihatin xebitandin, niha jî ji bo hin welatiya wekî cihên ku pêdivî lê tên veşartin tên xebitandin. Hin şikeft li gor mezinbûna xwe ji bo veşartin û bicihkirina penêr û tirşiyê tên xebitandin û hin jê jî wek axurên sewalan tên xebitandin. Her wiha malbat gihayên li derdora van şikeftan hêşîn tên jî diçinin û dixwin, her wiha gelek dar û berên hişk ên li vê derdorê jî berhev dikin û dikin ardû û zivistanê dişewitînin.    Emîne Dûrmûş a 72 salî diyar kir ku dema ew zarok bûn, tevî malabata xwe di şikeftan de diman. Dûrmûş balê kişand ser ferqa duh û niha ya şikeftan û aşkera kir ku her ew tê van şikeftan ji kêfan distrê û ev tişt got: “Jiyana li vir xweş bû. Me berên xwe yên bi hevparî hildiberand li hev par dikir û em kêfxweş dibûn. Ji ber ceryan tune bû dayikên me xebroşk ji me re digotin.”    Dûrmûş di zarokatiyê de hatiye zewicandin û 10 zarokên wê hene. Anî ziman ku her cara ew tê qada şikeftan rojên berê tên bîra wê.    Dûrmûş, destnîşan kir ku li vê qadê gelek gihayên bikêrhatî hêşîn tên û gihayên ku ew berhev dikin dikin xwarin. Dûrmûş bi lêv kir ku bi bajarvaniyê re hilberîna hevpar jî kêm bûye û ev tişt gotin: “Wê demê her kes wekhev bû. Me bi hev re diçand û bi hev re dixwar. Qehr û huzn tune bû. Ked hebû. Ji ber vê yên dihatin hilberandin xweş bûn. Niha her tişt heye, lê mirov ne kêfxweş in. Çêjek di xwarinan de nemaye. Belkî bizehmet bû, lê em kêfxweş bûn.”