HDP'a Êlihê: Wê kongreya me ji bo rawestandina dagiriya li Efrînê bibe destpêk 2018-02-02 09:28:24 ÊLIH- Rêxistina HDP'ê ya Êlihê, ji bo kongreya HDP'ê ya di 11'ê Sibatê de li Enqereyê pêk bê xebatên xwe didomîne. Endamên partiyê yên xebatên kongreyê didomînin gotin ku dê kongreya HDP'ê ji bo rawestandina 'dagiriya' li Efrînê bibe gava ewil.  Dê 3'yemîn Kongreya Mezin a Asayî ya HDP'ê di 11'ê Sibatê de li Eywana Sporê ya Arenayê ya Enqereyê pêk bê, xebatên ji bo kongreyê bênavber didomin. Di çarçoveya xebatên kongreyê de, rêxistina HDP'ê ya Êlihê jî xebatên xwe didomîne. HDP'a Êlihê armanc dike ku herî kêm 500 kesî tev li kongreyê bike û ji bo kongreyê bang li hemû êlihyan kir ku tev li kongreyê bibin.    'DIVÊ GELÊ ME XWEDÎ LI KONGREYÊ DERKEVE'    Hevserokê HDP'a Êlihê Nîzamettîn Togûç destnîşan kir ku wan ji bo kongreyê komîsyoneke ku ji 7 kesan pêk tê ava kiriye û nêzî 10 roj in xebatên wan bênavber didomin. Togûç ev tişt gotin: "Me li hemû navçe û gundan xebat bi rê ve birin. Em ê bi otobêsên ku me eyar kirine, em ê di 10 Sibatê de ber bi Enqereyê ve biçin." Togûç diyar kir ku ji bilî wesayîtên ku wan amade kirine, welatiyên bixwazin dikarin bi derfetên xwe bi wesayît an jî balafiran bên Enqereyê û tev li kongreyê bibin.   Togûç diyar kir ku bi salane gelê kurd bi êrîşan re rû bi rû ye û wiha got: "Îro kurd li Efrînê tên qetilkirin. Di vê pêvajoya ku em xebatên ji bo kongreya xwe dikin, li Efrînê zarok û jin tên kuştin. Wê kongreya me ji bo şikandina van êrîşan bibe gava ewil. Ji ber vê divê hemû gelê me xwedî li kongreyê derkeve." Togûç, hemû êlihiyan vexwand kongreyê.    'HDP HÊVIYA GELÊN TIRKIYEYÊ YE'    Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) a Êlihê Songul Korkmaz, diyar kir ku tevî hemû zext û êrîşên li ser partiya wan, hîn jî ew partiya sêyemîn a Tirkiyeyê ne û hîn jî HDP li ser piya ye. Korkmaz destnîşan kir ku divê roja kongreyê hemû gel li wir bin û di pêvajoyeke wisa de lidarxistina kongreyê ji bo wan jinan û gelên Tirkiyeyê cihê hêviyê ye. Korkmaz got hema bêje wan xebatên xwe qedandiye, lê belê dîsa jî mal bi mal digerin û wiha got: "Bi taybetî jî di 11'ê Sibatê de em di kongreyê de li benda jinên Êlihê ne."    Endama partiyê Zozan Şîmşek (28) jî di pêvajoyeke wisa çewsîner de wê kongreya HDP'ê ji bo têkoşînê bibe gaveke girîng. Şîmşek diyar kir ku ji bo dawî li zext û êrîşan bê divê jin di eniya pêşî ya têkoşînê de cih bigirin û ev tişt got: "Divê em hemû bi hev re tev li kongreyê bibin û ji şer re bêjin na."    Endamê HDP'ê Îkram Îrgîn jî wiha got: "Di du salên dawî de bi awayekî zêde êrîş pêk tên û polîtîkayeke tunekirinê tê birêvebirin. Gelê kurd tim bi berxwedanê bersiva wan da. Îro jî divê em bi berxwedanê bersiva van êrîşan bibin. Em tam di nêv şer de kongreya xwe li dar dixin. Wê ev kongre ji bo rawestandina dagiriya li Efrînê bibe gava ewil. Em ê dest bidin destê hevdu û faşîzmê rawestînin."