Navenda Çavdêriyên Mafên Mirovan: Tirkiyeyê li Efrînê 5 komkujî pêk anî 2018-02-01 17:55:47 NAVENDA NÛÇEYAN – Êrîşên TSK'ê û OSO'yê li dijî Efrînê di roja 13'emîn de dewam dikin. Heta niha di êrîşan de 104 sivîl hatin qetilkirin, 165 sivîl birîndar bûn. Navenda Çavêdêriyên Mafên Mirovan a Sûriyeyê bal kişand ser komkujiyên li Sûriyeyê û diyar kir ku di meha derbasbûyî de li Sûriyey ê 33 komkujî pêk hatin, ji van 5 li Efrînê Dewleta Tirkiyeyê kirin.   Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) bi piştgiriya komên OSO'yê di 20'ê Çileyê de li dijî Efrînê êrîşên hewayî û bejahî dan destpêkirin. Di 13 rojên êrîşên TSK û OSO'yê de 20 jê zarok 104 sivîl hatin qetilkirin û 165 sivîl birîndar bûn. Navenda Çavdêriyên Mafên Mirovan a Sûriyeyê der barê komkujiyê ku di meha derbasbûyî de li Sûriyeyê pêk hatine, agahiyên balkêş dan.   Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku dispêre agahiyên saziya çavdêriyê, di maha Çileyê de li Sûriyeyê bi giştî 2 hezar û 180 mirovan jiyana xwe ji dest da, ji van 162 zarok û 113 jin, bi giştî 607 sivîl hatin qetilkirin.   Navenda çavdêriyê destnîşan kir ku komkujî ji ber bombeberana balafirinên Rûsya, Tirkiye û komên çekdar pêk hatine û aşkera kir ku li girtîgehên rêjîma Sûriyeyê gelek kes bi îşkenceyê hatine kuştin. Li gorî daneyên navenda çavdêriyê, bi dehan kes bi destê DAIŞ'ê jî hatine kuştin.   Li gorî navendê, di meha Çileyê de 33 komkujî li Sûriyeyê pêk hatine, 19 ji ber bomebebarana balafirên Rûsya û rêjîma Sûriyeyê pêk hatine û di van êrîşan 48 ji wan jin, 69 zarok û bi giştî 205 sivîl hatine qetilkirin.   Navenda Çavdêriyên Mafên Mirovan destnîşan kir ku Artêşa Tirkiyeyê li Efrînê 5 komkujî pêk aniye, di encamê de 9 ji wan jin, 18 zarok bi giştî 49 sivîl hatin hatine qetilkirin.    Serbijîşkê Nexweşxaneya Avrînê îro der barê kuştî û birîndaran de daxuyanî da û aşkera kir ku di êrîşên Artêşa Tirkiyeyê de heta niha 104 sivîlan jiyana xwe ji dest daye, 165 sivîl jî birîndar bûne.