Xebatkarê rojnameyê Tunçdemîr serbest berdan 2018-02-01 17:38:54 WAN - Xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Mikaîl Tunçdemîr serbest berdan. Xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Mikaîl Tuncdemîr, dema li Kuçeya Hunerê ya navenda Wanê rojname belav dikir, bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" polîsan ew binçav kir.   Tuncdemîr piştî li miduryeta polîsan îfadeya wî girtin, bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" sewqî Dadgerê Cezayê Sulhê yê Nobedar kirin. Piştî li dadgeriyê îfadeya Tunçdemîr hat girtin bi şertê kontrola edlî serbest berdan.