Li Efrînê cenazeyê 18 kesan bi girseyî hat veşartin 2018-02-01 17:27:41   EFRÎN - Cenazeyên 18 kesên di êrîşên TSK'ê de li Efrînê jiyana xwe ji dest dan bi merasîmê hatin veşartin.    Li Efrînê ji bo 18 kesên di êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) de li gundên Efrînê jiyana xwe ji dest dan merasîm hat lidarxistin. Merasîm li ber Nexweşxaneya Avrînê pêk hat û nûnerên hemû sazî û Desteyên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk û bi sedan welatiyên herêmê beşdarî merasîmê bûn.    Merasîm bi deqîqeyek rêz girtinê dest pê kir. Di merasîmê de rêveberên sazî û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane axivîn. Di axaftinan de li dijî êrîşan nerazîbûn hatin nîşandan û got ku dê Efrîn li gel hemû êrîşên giran jî li ber xwe bide.    Piştî merasîmê cenazeyên 18 kesan li goristana herêma Efrînê li rex hev veşartin.