Malbatên Roboskê: Mekanîzmaya edalet naxebite 2018-02-01 17:27:00   ŞIRNEX - Malbatên Roboskê di hefteya 318'an de ji bo zarokên xwe edalet xwestin. Malbatan aşkera kir ku li Tirkiyeyê mekanîzmaya edaletê naxebite.   Balafirên TSK'ê li gundê Roboskê ya Qilebana Şirnexê êrîş pêk anîbû û 34 welatî bi hovane qetil kirin. Malbatên Roboskê 318 hefte ne ji bo kujer bên darizandin li edaletê digerin. Malbatên ku çûn ser goristanê, wêneyên zarokên xwe rakirin û li ser navê malbatan Velî Encu daxuyanî xwend.   ‘EMÊ BAWERIYA JI EDALETÊ WINDA NEKIN’   Encu destnîşan kir ku heta ji berpirsyarên komkujiyê hesab nehatiye pirsîn, ewê dest ji têkoşînê bernedin û wiha got: "Li welat mekanîzmaya edaletê naxebite."   Encu da zanîn ku di demeke mafê edalet û aştiyê ji holê hatiye rakirin de, ewê tu carî baweriya xwe ya ji bo aştî û edaletê winda nekin û wiha pê de çû: "Welat, ji mafê û edaleta hev biyanî kirin, civak ji civakbûnê derxistin."