Gelê Zirganê li dijî êrîşa li ser Efrînê meşiyan 2018-02-01 16:25:22 HESEKÊ – Bi sedan mamoste û şêniyên Kurd û Ereb ên bajaroka Zirganê ya girêdayî kantona Hesekê li dijî êrîşa TSK-OSO ya li ser herêma Efrînê meşiyan.  Li ser banga mamosteyên Zirganê bi sedan mamoste û şêniyên  bajarok û gundewarên Zirganê daketin qadan û êrîşa TSK'ê ya li ser Efrînê  şermezar kirin. Bi sedan kesên li pêş Mala Gel kom bûn, bi alên YPJ, QSD, YPG û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên "Na ji bêdengiyên navnetewî, bijî Berxwedana Serdemê" û siloganên şer şermezar dikin û piştgiriyê didin Efrînê meşiyan. Piştî bîranîna kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane, li ser navê mamosteyên Zirganê Şêrîn Abdo daxuyanî da. Ebdo, berxwedana Serdemê silav kir û got ew wekî mamoste ji bo piştgiriya Efrînê amade ne Mîtîng bi dûrişmeyên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.