Doza Bîlîcî taloqî tîrmehê bû 2018-02-01 14:50:53 AMED – Danişîna doza Alîkarê Hevserokên Giştî yê ÎHD’ê û Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî hat dîtin. Dadgehê doz taloq kir.  Alîkarê Hevserokên Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî ji ber xebatên komeleyê û di civînên KCD’ê axaftinê kiribû di 15’ê adara 2017’an de hatibû binçavkirin û di 21’ê adara 2017’an de hatibû berdan. Ji Bîlîcî re ji 7 sal û nîvan heta 15 salan ceza tê xwestin. 2’yemîn danişîna doza Bîlîcî li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Bîlîcî beşdarî danişînê bû. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Nûnerê TÎHV’ê yê Amedê Bariş Yavuz û parêzerên endamên Komîsyona Hiqûq a ÎHD’ê parastina Bîlîcî kirin. Her wiha gelek parêzvanê mafê mirovan jî ji bo piştgiriyê hatin salona dadgehê.    Bîlîcî û parêzerên wî parastina xwe kirin û beratê daxwaz kirin.    Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara xwe navberê aşkere kir û bi boneya kêmasiyên dosyeyê temam bibin dozê taloqî meha tîrmehê kir.