Li Xarpêtê 7 kes binçav kirin 2018-02-01 14:14:30 XARPÊT - Li navenda Xarpêtê di serdagirtina malan de 7 kes binçav kirin. Li Xarpêtê polîsan di saetên serê sibehê de bi ser malan de girt, 7 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin navên wan wiha ne: Hidir Gunduz, Meryem Gunduz, Haydar Zarîç, Eylem Altun, Yazgulu Yetîm, Alî Ekber Mercan û Gorkem Ozal.   Kesên hatin binçavkirin birin Miduryeta Polîsan a Xarpêtê.