Di Nobeta Edaletê de danezana TTB'ê ya li dijî şer xwendin 2018-02-01 14:08:36 STENBOL - Hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan ji bo piştgiriyê bidin hempîşeyên xwe yên girtî, di hefteya 44'an de çalakiya Nobetê li ber Edliyeya Çaglayanê berdewam kirin. Hiqûqnasan di çalakiya vê hefteyê de xwestin endamên Konseya Navendî ya TTB'ê yên hatin binçavkirin serbest bên berdan. Hiqûqnasan, danezana TTB'ê ya li dijî şerê li Efrinê bi hevre xwendin.  Hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan ji bo piştgiriyê bidin hempîşeyên xwe yên girtî, di hefteya 44'an de çalakiya Nobetê li ber Edliyeya Çaglayanê berdewam kirin. Hiqûqnas, li ber deriyê C yê Edliyê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Parêzerên li ber peykerê Themis kom bûn, pankarta “Ji bo her kesî Edalet" vekirin. Piştre endamê Endamê Dîsîplînê yê Baroya Stenbolê Alp Selek, diyar kir ku ew dibin şahidê darbeyek din û wiha got: “Di dîrokê de heta niha nehatiye dîtin ku bi hezaran kes hatine girtin û bi KHK yan bi hezaran kes ji kar hatine avêtin. Êdî hevokên ku çawa hiqûq tê binpêkirin tune. Lê wekî demên berê dîktor heta dawî li ser dikê namînin. Kî dê kengî rastî çi bê ne diyar e. Lê divê bê zanîn ku tu dîktator ne mayînde ne. "   Serokê Vakfa Demokrasiya Civakî (SODEV) Babar Atilla jî daxuyanî da û diyar kir ku Tirkiye roj bi roj bêtir ji edalet û demokrasiyê dûr dikeve û wiha got: ‘Tenê hebûna edaletê têr nake. Divê her kes vê edaletê bibînin û her kes ji vê edaletê sûdê bigirin. Em îro hêj li vir li edaletê digerin. Rojnameya Cumhuriyetê li her qadê hewl da rastiyê parve bike. Lê îro ew jî di bin zext û êrîşan de ye. Em dê ji bo mafên mirovan û azadiyê de dawetî piştevaniyê bikin.    DANEZANA TTB'Ê XWENDIN   Piştî axaftinê bi hevre danezana TTB'ê ya li dijî şerê li ser Efrînê xwedin. Piştî danezan bi hevre xwendin bang li rayedaran kirin û xwestin endamên Konseya Navendî yên TTB'ê ku hatine binçavkirin serbest bê berdan.