Saziyan piştgirî da TTB'ê: Em îmze davêjin danezanê 2018-02-01 13:04:08 ENQERE - Sendikayên KESK, DÎSK û TMMOB'ê piştgirî dan TTB'ê û diyar kirin ku ew îmze davêjin bin danezana TTB'ê. Sendiksayan diyar kirin ku ev operasyon ne tenê li dijî TTB'ye li dijî hemû beşên civakê ye û wiha gotin: “Em wekî rêxistinên ked û aştiyê îmze davêjin deklerasyona TTB'ê."  Konseya Navendî ya TTB'ê piştî deklerasyona li dijî operasyona li ser Efrînê aşkere kir û nerazibûna li dijî operasyonê anî ziman 11 endamên Konseya Navendî ya TTB'ê hatin binçavkirin. 11 endamên TTB'ê 3 rojin di bin çavan de ne. Piştî endam û rêveberên Konseya Navendî ya TTB'ê hatin binçavkirin bertek û nerazibûnên li dijî binçavkirina rêveberên TTB'ê her ku diçe zêde dibe. Nûnerên sendîkayên DÎSK û KESK'ê u odeyên TMMOB'ê bi armanca piştgiriyê bidin TTB'ê li avahiya Konseya NAvendî ya  TTB'ê civîna çapemeniyê pêk anîn.    Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, diyar kir ku hewldanên îktîdarê ku muhalifan dorpêç bike didome û wiha got: "Ji ber ku rêveberên TTB’ê li dijî operasyona Efrînê daxuyanî dan hatin binçavkirin. Ev yek şerma herî mezin e. Ev rewş li dijî azadiya îfade û azadiya ramanê ye. Azadiya raman û îfadeyê di bin teminata Qanûna Bingehîn de ye."    DIVÊ HEMÛ KESÊN TIRKIYEYA SERBIXWE DIXWAZIN PIŞTGIRIYÊ BIDIN TTB'Ê   Serokê TMMOB'ê Emin Koramaz, jî bertek nîşanî binçavkirina rêveberên TTB'ê da û wiha got: “Ev operasyona binçavkirinê ne tenê li dijî TTB'ê ye. Li dijî hebû beşên civakê ye. Divê em li dijî van operasyonan bêtir bi hevre di nava piştevaniyê de bin. Divê hemû kesên ku dilê wan ji bo Tirkiyeyek serbixwe davêje dengê xwe bilind bikin û piştgiriyê bidin TTB'ê.    Serokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyik jî anî ziman ku îktîdarê demek dirêj e kesên muxalif kirine hedef û wiha got: “Demek dirêj e hikûmet kesên muxalif kirine hedefa xwe. Hemû kesên li dijî politikayên ku li ser Rojhilata Navîn tê meşandin, li dijî şer û polîtikayên înkarê tên meşanin dibin hedef. Ev li dijî hemû kesên muxalif e. Ji bo Tirkiye dîsa têkeve pêşavajoya demokrasiyê divê hemû kesên demokrasiyê diparêze mil bidin hev û bi hevre têkoşînê xurt bikin. Em wekî rêxistinên ked, aştî û demokrasiyê îmze davêjin bin danezana TTB’ê."    BILA WEZÎRÊ TENDURISTIYÊ ÎSTÎFA BIKE   HevBerdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onur Hamzaoglu bal kişand ser lînca li dijî akademîsyenên ku danezana “Em nabin şirîkê vî sûcî" û wiha got: "Piştî akademîsyenan danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin, êrîşa lîncê li dijî wan hat destpêkirin. Niha em vê pêvajoya wekî ya 2 sal berê ya lîncê dijîn. Êrîşa lîncê ya li dijî akademîsyenan 2 sal şûnde niha li dijî TTB’ê tê meşandin. Hekîmên ne li dijî şer bir nikarin hekîmtiyê bikin. Em bang li Wezîrê Tenduristiyê dikin ku îstîfa bikin. Wezîrê Tenduristiyê li cem Erdogan ê şer diparêze cih girtiye."