Duh berdan îro dîsa girtin 2018-02-01 11:24:14 İZMÎR – Li ser îtîraza dozgerê dozê Serokê Lîjneya Rêveberiya Şaxa Rêxistina Efûyê ya Tirkiyeyê parêzer Taner Kiliç ê tahliye bû li Girtîgeha Şakranê leşkeran ew binçav kir û dadgehê jî ew ji nû ve girt.  Li Buyukada ya Stenbolê 11 parêzvanê mafê mirovan yên civîn li dar dixistin hatibûn binçavkirin û girtin. Ji dozê 11 kesên dihatin darizandin tenê Serokê Lîjneya Rêveberiya Şaxa Rêxistina Efûyê ya Tirkiyeyê parêzer Taner Kiliç girtî diha darizandin. 35’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê duh der barê Kiliç de biryara tahliyeyê da. Dozgerê dozê li dijî biryara tahliyeyê îtîrazî dadgehek bilindtir a 36’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê kir. Hêj Kiliç li Girtîgeha Şakranê bi kar û barê berdanê ve eleqedar dibû, leşkeran ew binçav kir.    Leşkeran tevahiya şeve Kiliç di binçavan de hişt û serê sibê ew birin Edliya Alîagayê. Dadgeha Alîagayê îtîraza dozgerê dozê qebûl kir û Kiliç carek din girtin û ew birin Girtîgeha Şakranê.