JINNEWS û Ozgurlukçu Demokrasî dîsa hatin astang kirin 2018-02-01 09:43:52 STENBOL - Malpera înternetê ya Ajansa Jin JINNEWS cara 6'emîn hat astengkirin. Malpera înternetê ya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê jî cara 51'emîn hat girtin. Ajansa Nûçeyan a Jin JINNEWS ku di 25'ê îlona 2017'an de dest bi weşanê kir, malpera wê ya internetê bi hinceta nûçeyên Efrînê cara 6'emîn hat astengkirin. Saziya Ragihandin û Teknolojiya Agahiyan  (BTK) der barê malpera web'ê ya JINNEWS'ê de bi dîroka 31'ê Çileya 2018'an hêjmara zagona ve 5651'an a biryara “31/01/2018 dîrok û biryara hêjmar 490.05.01.2018.-41041'an malpera înternetê ya (jinnews5.com.tr) biryara astengkirinê da.    Berê jî Jinnews di 24'ê Çile de bi hinceta nûçeya MİT'ê weşandiye hatibû astengkirin.    ROJNAMEYA OZGURLUKÇU DEMOKRASÎ CARA 51’AN HAT ASTENGKIRIN   BTK'ê, di mijara “tedbîra îdarî" de rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî  dîsa asteng kir. Rêveberiya rojnameyê diyar kir ku şevê din malpera rojnameya wan cara 41'an şev nîvê şevê bi hinceta "Tedbîra îdarî" hatiye girtin. BTK'ê bi dîroka 31'ê Çileya 2018'an û biryara zagona hêjmar 490.05.01.2018.-45131 biryara girtinê daye. Malpera Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî di meha Çile de ji www.ozgurlukcudemokrasi44 heta ozgurlukcudemokrasi51.com bi giştî 8 caran ji aliyê BTK'ê ve hat asteng kirin.