‘Tevî hemû hêzê jî, dijbereriya şer wekî gefekê dibînin’ 2018-02-01 09:32:48 EDENE - Rêveberê EMEP'ê yê bajêr Aydin Yîgît a ji ber belavokên "Li dijî şer" belav kirin hat binçavkirin û berdan, diyar kir ku tevî hemû hêz û zextên li ser çapemeniyê, hikûmeta AKP'ê piştgiriya gel nagire, ji ber wê êrîşê dijberê şer dike. Rêveberê Partiya Kedê (EMEP) yê Edeneyê Aydin Yîgît ji ber ku li dijî operasyona Efrînê derket û belavokên "Ji şer re na" belav kirin" hat binçavkirin û hat berdan. Berê jî dema ji bo karkerên Metalê belavok belav kiribûn, bi hinceta "ji bo ewlehiya neteweyî xeter e" hatibû binçavkirin. Yîgît diyar kir ku belavokên wan belav kiriye, li dijî operasyona Efrînê û daxwazên gelên li Tirkiyeyê têde cih girtine û wiha got: "AKP'ê bi şerê ku dest pê kir re, hemû mafên demokratîk bin pê kir."   Yîgît destnîşan kir ku Tirkiyeyê şerê li Sûriyeyê hêj zêdetir kûr kiriye, operasyona ku daye destpêkirin jî ji bo para zêde ji pasteyê bigire daye destpêkirin.   Yîgît anî ziman hemû çapemenî û saziyên dewletê propagandaya şer dikin, li qada siyasetê jî helwesteke wê heye û ev tişt got: "Tevî ew qas hêzê tenê îmzeyên 170 akademîsyen û belavokên ku me belavkirin wekî gefekê dibînin. Ya rast li vir hikûmet gora ku kolaye bixwe ketiyê. Tu rastiya vê operasyonê tune û bi derewên mezin dixwazin gel bidin pişt xwe û ev jî ne pêkan e." Yîgît aşkera kir ku tevî hemû propagandayên AKP'ê, gel piştgiriyê nade AKP'ê, zextê li gel dike û wekî ku gelên dernakeve kuçeyan pitgiriyê dide wan. Yîgît, bi lêv kir ku çawa derbeya 15'ê Tîrmehê li dijî muxalîfan bi kar anî, dixwaze vî şerî jî li dijî gel bi kar bîne.   DÊ RASTIYA ROJAVA BANDORÊ LI SER TIRKIYEYÊ BIKE   Yîgît destnîşan kir ku berî YPG'ê, sînorê Tirkiyeyê di destê DAIŞ'ê de bûye, demek dirêj Kilîs bombe kirine û bi tu awayî ewlehiya sînor nehatiye rojeva wan û wiha domand: "Îro li Efrînê rêveberiyeke demokratîk hatiye avakirin û di vê rêveberiyê de kurd, tirk û ereb bi hev re cih digirin, vê yekê gefa li dijî wan du qatî zêde kiriye. Ev sînor ne ji bo ewlehiyê gef e, ji bo wan bi xwe gefeke. AKP ji rêveberiya wir hatiye avakirin aciz e. Ji ber ku gelê kurd qedera xwe bi xwe diyar dike, ji vê aciz in. Ew baş dizanin dê ev tenê bi Rojava re sînor nemîne û dê bandorê li ser Tirkiyeyê jî bike."   'DIVÊ BI LEZ JI ŞER RE BÊJIN NA'   Yîgît derbirî ku ji ber şerê ku AKP bi pêş dixe, tu kes nemaye ku ji wan aciz nebe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heke di vê demê de şer neketa rojevê dê tiştên din biketana rojevê. Dê pirsgirêkên karker, xwendevan û jinan bihatana nîqaşkirin."   Yîgît herî dawî got ku operasyon bandoreke xirab li ser aborî û jiyana civakî dike û divê demildest ji şer re bêjin na û xwedî li aştiyê derkevin.