Malbat bertek nîşanî yektîpiyê dan: Wê nikaribin serî bidin tewandin 2018-02-01 09:27:51 ÎZMÎR - Malbata Aydin a ku zarokek wan di Komkujiya Pirsûsê de mir û zarokek wan jî di Girtîgeha Tîpa T a Jimare 3'yan a Şakranê de ye, diyar kir ku helwesta girtiyan a li hemberî yektîpiyê zelal e û wiha got: "Ne li hundur, ne jî li derve wê nikaribin serî bidin tewandin."  Endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SDGF) Çagdaş Aydin ê li Pirsûsa Rihayê di êrîşa bombeyî ya DAIŞ'ê de mir, birayê wî Yoldaş Aydinê xwendekarê Zanîngeha Teknîkê ya Ortadogûyê (ODTU) jî di dema çalakiyên Parka Geziyê di 5'ê Nîsana 2016'an de hat girtin û nêzî 22 mehin di Girtîgeha Tîpa T a Jimare 3'yan a Şakranê de ye û doza wî li Dadgeha Cezayê Giran a 6'emîn a Îzmîrê didome.    Bavê wan Fetîh Aydin jî di Komkujiya Pirsûsê de birîndar bû. Bav Aydin diyar kir ku ji darbeya 12'ê Îlonê ve dewlet yektîpiyê ferz dike, lê belê li ser berxwedan girtiyan bi paş ve hatiye kişandin. Aydin destnîşan kir ku gelek mafên girtiyan tên xespkirin û pirsî: "Armanca ferzkirina lixwekirina kincên yektîpî çî ye?"    ‘GER BIVÊ EM Ê 24 SAETAN NOBETÊ BIGIRIN'    Bav Aydin bi lêv kir ku ew ê ji bo girtiyan li dijî yektîpiyê bitêkoşin û ew ê li hemberî zilmê xwe li bêdengiyê daneynin. Aydin diyar kir ku ferzkirina yektîpiyê sûc e û ev tişt gotin: "Em li gel zarokên xwe ne. Em dizanin wê zarokên me kincên yektîpiyê li xwe nekin. Daxuyaniyên çapemeniyê dibin, çalakiyên rûniştandinê dibin, daxuyaniyên li ber girtîgehan dibin em ê tev li hemûyan bibin. Ger bivê em ê 24 saetan li ber girtîgehê nobetê bigirin. Zarokên me hebûna me û pêşeroja me ne. Ew her tiştên me ne, em ji bo wan hene. Em ê wan bi tenê nehêlin." Bav Aydin bi lêv kir ku wî serdana kurê xwe kiriye û wiha got: "Dibêjin ger kincên yektîpî bên dayîn ew ê biçirînin û bavêjin. Dibêjin 'yê şerm bikin wê ew bin.' Bi rastî jî wisa ye, kesekî ku fedî bike hebe ew jî ew in."    'NE LI HUNDUR, NE JÎ LI DERVE EW Ê NIKARIBIN SERÎ BIDIN TEWANDIN'    Dayik Saniye Aydin jî, bi lêv kir ku beriya her tiştî ew bi têkoşîna zarokên xwe serbilind in. Aydin wiha domand: "Amade me li dijî her cure binpêkirina mafan dengê xwe bilind bikim. Ger ew yektîpiyê red bikin, ew ê jî li derve dengê xwe li dengê wan zêde bikin. Divê em bi awayekî girseyî rabin ser piyan. Wê nikaribin serî bidin tewandin. Ne li derve ne jî li hundur wê nikaribin serî bidin tewandin. Xwe dixapînin. Kenan Evren jî ceriband lê nebû. Girtî bi awayekî tazî çûn dadgehê. Girtî heta niha qet li xwe nefikirîn, li gel fikirîn û dan ser vê riyê. Em ê heta dawiyê li gel wan bin."