ROJEVA 1'Ê SIBATA 2018'AN 2018-02-01 09:01:00 * Pîrê elewiyan Nesîmî Genlîk êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê nirxand, diyar kir ku çiqila zeytûnê ya dirêjî Efrînê kirine bêhna xwînê jê tê û wiha got: "Ez tu wateyê nadin êrîşa li dijî Efrînê, bi vekirî zilmê dikin. Divê em hemû bi ruh û sekna Huseyîn li dijî şerê Erfînê rawestin." *Seroka Giştî ya TÎHV'ê Şebnem Korûr Fîncanci, destnîşan kir ku hîn birînên darbeya 1980'yî necebirîne, lê belê nêvenga aloziyî ya niha bûye cihê birînên hîn kûrtir. Fîncanci got bi vî awayî civakeke ku kirin û gotinên otorîteyê lêpirsîn nake tê avakirin.    *Malbata Aydin a ku zarokek wan di Komkujiya Pirsûsê de mir û zarokek wan jî di Girtîgeha Tîpa T a Jimare 3'yan a Şakranê de ye, diyar kir ku helwesta girtiyan a li hemberî yektîpiyê zelal e û wiha got: "Ne li hundur, ne jî li derve wê nikaribin serî bidin tewandin."    * Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tûral diyar kir ku ew ê herî kêm hezar û 500 kes ji Edeneyê tev li Kongreya HDP'ê ya li Enqereyê bibin û wiha got: "Em ê bi daxwaza aştiyê ji Edeneyê biçin Arenaya li Enqereyê."    *Şanoya Bajêr a Amedê, bernameya xwe ya meha Sibatê daxuyand.    *Li Mêrdînê amadekariyên kongreya HDP'ê ya dê di 11'ê Sibatê de bê lidarxistin li ber temambûnê ne. Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Sîncar, diyar kir ku ew ê bi sedan kesî tev li kongreyê bibin û wê ev kongre bibe bersiva zext êrûşên her diçe zêde dibin.    * Berpirsiyarê Çapemeniya Tifaqa Netewî ya Demokratîk a Sûriyeyê Selam Husên, diyar kir ku ji bo xwe ji êrîşên Tirkiyeyê biparêzin sivîl xwe li tunel, şikeft û hêwirgehên binî erdê veşartine û wiha got: "Armanc rawestandina projeya Bakurê Sûriyeyê ye."    * Parlamenterê HDP’ê Faysal Sariyildiz îdia kir ku Erdogan dê di êrîşên Efrînê de bi ser nekeve û got: “Têkçûyîna Efrînê dê Erdogan ji desthilatdariyê bixîne.”    *Rêveberê EMEP'ê yê bajêr Aydin Yîgît, ji ber ku belavokên "Li dijî şer" belav kirin hat binçavkirin. Aydin da zanîn ku tevî hemû hêz û zextên li ser çapemeniyê, hikûmeta AKP'ê piştgiriya gel nagire, ji ber wê êrîşê dijberê şer dike.   *Serdozgerê Komarê yê Bedlîsê diyar kiribû ku dê cenazeyên ji Goristan Xerzanê hatine derxistin teslîmê malbatan bikin, lê hêj tu pêşketin çê nebûne. Lezgîn Bîngol ê cenazeyê keça wî ji ji goristanê hat derxistin, gotinên dozger bi bîr xist û aşkera kir ku cenaze radestî malbatan nekirine.   * Operasyona li Ser Efrînê di roja 13’emîn de berdewam dike. Bertek û nerazibûnên li dijî Efrînê dê bê şopandin.    *  Binçavkirina endam û rêveberên Yekîtiya Tabibên Tirk TTB dê bê şopandin.    * 66'emîn danişîna Rojnameger û Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)    * 7'emîn Danişîna Doza komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Enqereyê pêk hat dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (10.00)    * Hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan ji bo piştgiriyê bidin hempîşeyên xw yên girtî dê di hefteya 44'an de çalakiya Nobetê li ber Edliyeya Çaglayanê pêk bînin. (11.30)    * Malbatên Roboskî ji bo lêgerîna edaletê dê di hefteya 318’an de çalakiyên xwe yên ji bo edaletê berdewam bikin. (16.00)