Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat girtin 2018-01-31 21:16:37     ENQERE – Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Bariş Ceyhan ku di çarçoveya parvekirinên medyaya civakî yên der barê Efrînê de der bar ê wî de biryara binçavkirinê hatibû dayîn, hat girtin.    Di çarçoveya parvekirinên li ser medyaya civakî yên der barê êrîşên li ser Efrînê de, xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Bariş Ceyhan û Huseyîn Gokdemîr hatin binçavkirin û dozgeriyê bi daxwaza girtinê ew sewqî dadweriyê kir. Dadweriya Cezayê Sulhê ya Nobedar der barê Gokdemîr de biryara berdana bi şertê venêrîna edlî da û bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “teşwîqkirina gel a ber bi kîn û nefretê” der barê Ceyhan de jî biryara girtinê da.    Ceyhan şandin Girtîgeha Sîncanê.