Serokê Rêxistina Efûyê yê Tirkiyeyê Taner Kiliç hat berdan 2018-01-31 20:03:06 STENBOL - Serokê Rêxistina Efûya Navneteweyî yê Tirkiyeyê Taner Kiliç, hat berdan.    3'emîn danişîna doza 1 jê girtî 11 parazvanên mafên mirovan ên li Buyukada ya Stenblolê hatin binçavkirin, li 35'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de midûrê otelê Murat Sabuncu, wekî şahit hat guhdarkirin.  Piştre Serokê Şaxa Rêxistina Efûya Navneteweyî ya Tirkiyeyê Taner Kiliç ku li Girtîgeha Şakranê girtî bû, bi riya SEGBİS'ê îfade da. Kiliç, diyar kir ku bi darizandina wî Rêxwistina Efûya Navneteweyî û Mafên mirovan tê darizandin û sucdariyên der barê xwe de red kir. Piştî parastinê dozger xwest Kiliç girtî bê darizandin.    Parêzerê Kiliç  Eda Bekçî jî parastin kir û xwest muwekilê wî Kiliç bê berdan.    Heyeta dadgehê piştî navber da der barê Kiliç de biryara berdanê da. heyetê der barê 10 kesên din de jî biryar da ku dikarin tev li danişînê nebin.