Tuncel: Ez li pişt gotinê xwe me 2018-01-31 16:33:23 RIHA – Hevseroka Giştî ya DBP'ê SebahatTuncel diyar kir ku tevlêbûna rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan duh serbest bû îro sûc e, li gorî konjoktora siyasî hiqûq ji diguher e û ev tişt got: "Ez wekî siyasetmedar li pişt gotinê xwe me."  Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandiraya Kocaeliyê tê girtin û Alîkara Hevserokên Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aysel Tugluk re ji ber ku di sala 2013'an de tev li pîrozbahiyên rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullha Ocalan bûne, der barê wan de doz hat vekirin û 3'yemîn danişîna dozê hat dîtin.   Doza li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin, Tuncel û Tuglu bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kirine" bi rêya SEGBÎS'ê tev danişînê bûn. Li dadgehê parêzer Serva Çelîk Ozbîngul û Hîdayet Enmek jî amade bûn.   Tuncel aşkera kir ku ew wekî siyasetmedar li pişt gotinê xwe ye û axaftinên wê sûc nîne. Tugluk jî ji bo parastinê bike dem xwest.   Parêzerên Tucel û Tugluk diyar kirin ku ew sûcdariyên der barê miwekîlên xwe de qebûl nakin, piştî parastina miwekîlên wan dê parastinê bikin.   Heyeta dadgehê navber da danişînê û doz taloqî 8'ê Adara 2018'an kir.