Lijneya Rûmetê ya Bilind: TTB li pişt soza xwe ye 2018-01-31 16:00:57 ENQERE - Endamê Lijneya Bilind a TTB'ê Alî Çerkezoglu, diyar kir ku TTB li pişt soza xwe ye û wiha got: “Hekîm li her derê cîhanê bêyî li berjewendiyên xwe bifikirin, ji daxwazên xwe yên aştiyê gavan paşve navêjin. Ger ku ji daxwazên xwe yên aştiyê gavan paşve bavêjin ew ne hekîm in."  Lijneya Rûmetê ya Bilind a Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), binçavkirina endamên Konseya Navendî ya TTB’ê yên ku operasyona li ser Efrinê şermezar kirin û gotin "Şer pirsgirêka tenduristiya gel e" hatin binçavkirin, bi civîna çapemeniyê şermezar kirin. Çivîn li navenda TTB'ê pêk hat. Çapemeniyê eleqeyek mezin nîşanî civînê da. Di civînê ed Endamê Lijneya Rûmetê ya Bilind a TTB'ê Alî Çerkezoglu,  diyar kir ku 11 hekîm bi awayekî ku qet mînaka wê li cîhanê tune hatine binçavkirin û wiha got: "Em wekî TTB'ê li welatê ku bi tonan pirsgirêkên tenduristiyê hene me nedixwest ji bo vê mijarê derkevin pêşberî çapemeniyê. Di vê pêvajoya ku daxawzên civakê yên aştiyê zêde ne em derdikevin pêşberî çapemeniyê. Li vî welatî bi tonan pirsgirêkên tenduristiyê yên nehatine çareserkirin hene. Daxwazên xizmetkarên tenduristiyê hene. li vî welatî pirsirêka tenduristiya gel heye. Li vî welatî pirsgirêka xwedîkirina zarokan, parastina zarokan heye. Dil dixwest em îro ji bo vê pirsgirêkê kom bibin."    ‘TU KES BAWER NAKE SÛC KIRINE'    Çerkezoglu, anî ziman ku TTB li gorî xala 135’an a Qanûna Bingehîn hatiye avakirin û berpirsiyariya wê diyar e û wiha got: "Tecrûbeya TTB'ê ya 50  salan heye. Hevalên me rastî lêpirsînê hatine û hatine binçavkirin. Ev tu rastiyê naguherîne. Ji ber ku tu kes bawer nake ku hevalên me sûc kiribin. Dest ji daxwazên xwe yên aştiyê bernadin. Hekîm li her derê cîhanê bêyî li berjewendiyên xwe bifikirin, ji daxwazên xwe yên aştiyê gavan paşve navêjin. Ger ku ji daxwazên xwe yên aştiyê gavan paşve bavêjin ew ne hekîm in."  Hekîm pîşeyê jiyan û jiyandinê ye. Dîsîplîna jiyanê ye. Ger ku dest ji vê yekê berde ne hekîm e. Gotina "Ji şer re na" ne sûc e. TTB her dem li dijî şer e. Her dem ji darbeyan û îhlalên mafên mirovan re gotiye na. Ev ne pirsgirêka TBB ye. Ev pirsgireka welat e.  Em dê her dem daxwaza aştiyê bînin ziman."