Bi daxwaza girtinê Leyla Guven şandin dadgehê 2018-01-31 15:53:10   AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven derxistin dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Daderê Cezayê Sulhê kirin.   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 22'yê Çileyê de li Amedê li ber mala xwe hatibû binçavkirin, piştî kar û barên îfadeyê li Miduryeta Polîsan a Amedê bi dawî bû, sewqî edliyeyê kirin. Guven xwest bi kurdî parastina xwe bike û got ku "Ez bi kurdî hêj baştir dikarim xwe biparêzim û ez dixwazim bi kurdî parastina xwe bikim" ruxmê wergervan hat jî dozger parastina Guven a bi kurdî red kir.    Dozgerê ku îfadeya Guven negirt û xebatên di KCD'ê de, daxuyaniyên ku dane çapemeniyê hincet da nîşan û bi îdiaya "rêxistina çekdarî ava kiriye û rêveberiya wê kiriye", "propagandaya rêxistinê kiriye" û "gelk bi kîn û nefretê sor kiriye bi daxwaza girtinê sewqî Dadger Cezayê Sulhê kir.