Elî: Pirsgirêka Sûriye ji ber hêzên navneteweyî li hev nakin çareser nabe 2018-01-31 15:35:33   ENQERE - Konferans û civînên ku kurdan eleqeder dike û kurdan dawetî van civînan nakin, yek bi yek bê encam bi dawî dibin. Nûnerê PYD'ê yê Rûsyayê Abdulselam Elî, encama civîna Soçî ya dawî nirxand û wiha got: "Van civînên Soçî nîşanî me dan ku civînên bêyî kurd ji çareseriyê dûr in.    Kongreya Diyalogê ya Neteweyi ya Sûriye ku li Soçî pêk hat, ji ber kurd dawet nehatin kirin encama ku dixwestin bi dest nexistin. Civina  Kongreya ku di bin siya êrîşa li ser Efrinê dest pêkir de bêyî encamek şênber derkeve bi dawî bû. Di encama civîna Soçî ku wekî berdewama Astana bû, bêtir li gorî daxwazên Rûsya encam pêş ket. Dîsa bêtir pêşnîyar û daxwaz derketin pêş. Di encama civînê de hat xwestin ku yekîtiya axa Sûriye bê parastin û gelê Sûriye bi xwe biryara xwe bidin. Biryar hat dayîn ku Komîsyona Qanûna Bingehîn bê avakirin. Lê li ser navan li hev nekirin.    KONGREYÊ BER AVÊT   Nûnerê PYD'ê yê Rusya Abdulselam Elî, anî ziman ku hêviya beşdaran ji kongreyê gelek zêde bû, lê kongreyê kongreyê ber avêt. Encama dixwestin bi dest nexistin. Ev kongre mirî welidî. Di vê civînê de armanc dikirin ku rejîm û muxalif li hev bikin. Lê muxalif jî tev li vê civînê nebûn. Yên muxalif ku tev li civînê bûn jî hemû nêzî rejîmê bûn. Nûnerê NY'ê Staffan de Mistura ku bi taybet hatibû dawetkirin jî tev li vê civînê nebû."    CAREK DIN HAT DÎTIN KU BÊYÎ KURD ÇARESER NABE'   Elî, destnîşan kir ku di encama vê civînê de derket holê ku pirsgirêk bêyî kurd çareser nabe û got: "Berî her tiştî divê komîteyên qanûna bingehîn bên avakirin û  gavên şênber bavêjin. Divê ev encam li ser kaxizê neyê hiştin. Tirkiye kesên nêzî xwe tev li kongreyê kirin. Kongre wekî şanoya ku dixwazin li ser dikê bê dîtin nêzîk dibe. Kesên wekî kurd beşdari Kongreyê bûn, nikarin navê xwe jî temsîl bikin. Kurdên xwedî bi rêxistin û girseyê temsîl dikin di vê civînê de tune bûn. Heta niha çend kongre û civîn pêk hatine. Hemû kongre û civînên ku kurd tevlê nebûne encam negirtine. Vê kongreyê jî nîşan da ku ji ber kurd tev lê nebûne encam negirt.    ‘ÇARESERIYA KU 3 ALIYAN KÊFXWEŞ BIKE DIVÊ'   Elî destnîşan kir ku divê encama ku hemû aliyan kêfxweş bike derkeve holê, lê niqaş û encamên ku derdikevin holê ji kêfxweşiya hemû aliyan gelek dûr e. Elî, da zanîn ku di civînî 3 alî hene û wiha got: "Yek jê aliyê Rejîmê ye. Ya duyemîn hêzên muxalif yên welatên cuda ne. Ya sêyemîn jî aliyê sereke kurd  in. Divê encama civînan van 3 aliyan kêfxweş bike û daxwazên wan bibersivîne. Me di encama civîna Soçî de jî dît ku alî ji bo çareseriyê ji hev per dûr in. Di navbera aliyan de nakokiyên kûr û tûj hene. Lêgerîna Rûsya ya ji bo çareseriyê heye. Lê dûrî çareseriyê ye. Binerin heta niha 8 civînên Cenevre pêk hatin. Lê di encamê de tiştekî şênber li holê tune ye. Ji ber ku muxataf li ser masê tune ne."    ‘GER KU NETEW LI HEV BIKIN DÊ PIRSGIRÊK ÇARESER BIBIN'   Eli destnîşan kir ku ji ber hêzên navneteweyî li hev nakin pirsgirêk çareser nabin û wiha bi dawî kir: "Pirsgirêk ne ji ber ku hêzên herêmî li hev nakin çareser nabe. Ji ber ku hêzên navneteweyî li hev nakin pirsgirêk çareser nabe. Rejîm di bin venêrtina Îran û Rûsya de ye. Ew çi bejin wisa dibe. Dîsa hêzên muxalif jî li gorî daxwazên Tirkiye û DYA tev digerin. Tu hêz ne li pey gotinên xwe ne. Hêzên ku wan xwedî dikin çi bêjin wisa tev digerin. Heyeta Riyadê Siûdîyan temsîl dike."    ÇIMA KURDAN LI SER MASÊ NAXWAZIN   Ji ber kurd xwedî soza xwe û xwedî vîna xwe ne Kurdan li ser masê naxwazin. Em mafê xwe yên xwezayî û rewa dixwazin. Kî mafê me nas bike em dê bi wan re tev bigerin. Ji ber ku em çareserî û mafê xwe diwazin, ya din jî ji ber ku em bi xwe biryar didin û dibin vîn me qebûl nake."