Parêzeran xwestin giliyê dozgerê doza 10’ê Cotmehê bê kirin 2018-01-31 15:21:17 ENQERE – Parêzeran di danişîna Komkujiya Enqereyê de li dijî binçavkirina rêveberên TTB’ê bertek nîşan dan û xwestin der heqê dozgerên komarê yên lêpirsînê birêve dibin giliyê sûc bê kirin.  7’emîn danişîna doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dest pê kir. Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn û gelek welatî beşdarî danişînê bûn. Beriya danişînê malbatan li ber edliyê daxuyaniya çapmeniyê li dar xist. Polîs û leşkeran bi hev re li ber salona danişînê tedbîr girtin û li ser welatiyan lêgerîn pêk anîn.    Hevserokên Giştî yê KESK’ê Aysun Gezen û Mehmet Bozgeyî, rêvberên şaxên KESK’ê jî beşdarî dozê bûn. Ji ber pirsgirêka teknîkê ya SEGBÎS’ê danişînê saetek dereng dest pê kir. Danişînê de ji 19 bersûcan 18 bersûc amade bûn, bersûc Hatîce Akaltin rapora tenduristiyê pêşkêş kir û beşdarî dozê nebû.    DAXWAZÊN DADGEHA NEHATIN ŞANDIN   Di danişînê de ewil belge û qeydên anîn dadgehê xwendin. Piştî xwendina belgeyan, parêzerê muştekî Murat Kemal Gunduz axivî û bertek nîşanî neşandina belge û agahiyên xwestine da û got: “Salekî zêdetir e hûn ji dozgerî û emniyetên Dîlok, Çewlik, Semsûr û gelek bajarên din agahî û belgeyan dixwazin lê heta niha tu bersiv nedane we. Hûn bi xûrtî jî dinivîsinin lê dîsa bersiv nadin. Êdî ev îhmalkirina peywîrê ye. Divê dozgeriya we hêza xwe bikar bîne û der barê van saziyan de giliyê sûc bike.”    ‘BIJÎŞKÊN AŞTIYÊ XWESTIN DI BINÇAVAN DE NE’    Parêzera mexdûran Ahmet Ozdel jî bertek nîşanî binçavkirina rêveberên TTB’ê yên aştî xwestine da û wiha got: “TTB ji serê ewil ve xwedî li doza 10’ê Cotmehê derdikeve û saziyek mudaxilî dozê dibe. Ji bo ronîkirina vê dozê xebatek cidî nehatiye kirin. Ji ber bijîşkeên TTB’ê di binçavan de ne gelek parêzer beşdarî dozê nebûne. Di 10’ê Cotmehê yên aştiyê xwestin hatin ba hev û rastî komkujiyê hatin. Di navberê de du sal derbas bû, bijîşkên aştî xwstin jî hatin binçavkirin. Ji ber vê yekê di doza 10’ê Cotmehê de daxwazkirina aştiyê girîng e. Em ê di her astê vê dozê de aştiyê daxwazin bikin û bêjin aştî.”    ‘GILIYÊ DOZGERAN BIKIN’    Işik da zanîn ku lêpirsîna 10’ê Cotmehê bi kêmasî tê birêvebirin û wiha axivî: “Karê ku dozger nake, li ser pişta me maye. Ji ber ku dozger karên xwe nakin, em daxwaz dikin ku der barê Dozgerên Komarê yên lêpirsîna 10’ê Cotmehê birêve dibin giliyê sûc bê kirin.”    Dadgehê navber da danişînê,