TSK'ê bi obusan navenda Efrînê bombe kir 2018-01-31 14:28:35   EFRÎN – Êrîşa TSK’ê ya li dijî Efrînê bi bombekirinê didome. TSK'ê bi çekên giran ên li ser sînor bi cih kirine, navenda Efrînê bombe dike. Li çoltarên navçeyên Cindirêsê, Şera û Bilbilê jî şerê giran rû dan.    Operasyon û êrîşa TSK-OSO ya di 20'ê Çile de li dijî Efrînê dan destpêkirin di roja 12'an de berdewam dike. Piştî QSD'ê bersîv da êrîşên TSK'ê şerên dijwar pêş dikeve. Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), ragahind ku TSK bi topên obusê yên li ser sînor bi cih kirine navenda Efrînê bombe dike. ANHA da zanîn ku di êrişan de zarên 8 salî Arnut Aliko û yê 15 salî Mihemmed Aliko jî di navde 4 jê zarok 12 sivîl di êrîşên topên obusê de birîndar bûne. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Avrinê.    Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku li gundê Hemamê yê girêdayî Cindirêse şerê dijwar rû da. Piştî şer TSK'ê û komên girêdayî wê paşve kişişan. Li gundên Qurnê û girê Şêxorzê û Ebûdanê yên Bilbilê jî şerê dijwar rû da. Nûçegîhanên ANHA destnîşan kirin ku li ser sînor bi çekên giran êrîşî navenda bajar dikin. Nûçegîhanan diyar kirin ku di şer de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 2 sivîl jî birîndar bûn.    Li gundên Bîr Elî û Dêr Sewan jî şerê dijwar ru didin.    Çavkanişan anîn ziman ku balefirên şer li gundê Gubelê yê herêma  Şêrawa ya Efrînê di 28`ê çile de 3 êrîş pêk anîn. Çavkaniyan anîn ziman ku gundên Hesrîkê, Baflûrê û navenda herêma Cindirêsê bi obîsan topbaran dike. Di encamê de ziyan gihîşt malên sivîl.