ÎRA banga beşdariya doza rojnameger Alayumat û Akman kir 2018-01-31 14:10:03 AMED – ÎRA banga beşdariya danişîna doza rojnamger Erdogan Alayumat ê girtî û Nurî Akman ê ne girtî tên darizandin kir.   Nûçegihanên dihaber a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Erdogan Alayûmat û Nurî Akman dema li Hatayê nûçe dişopandin hatibûn binçavkirin. Alayûmat hatibû girtin û Akman hatibû berdan. Alayumat û Akman dê di 2’yê Sibatê de cara yekemîn li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Hatayê derbikevin pêşberî dadger.    BANGA DANIŞÎNÊ    Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) têkildarî danişîna doza Alayumat û Akman de daxuyanî da û banga beşdariya danişînê kir. ÎRA wiha got: “Em ê xwedî li hemû hempîşeyên xwe yên xebatkarên sazî û dezgehên çapemeniyê derbikevin. Em dixwazin ku kes li hember girtina dij hiqûq û neheq bêdeng nemîne. Em bangî hemû hempîşeyên xwe û saziyan dikin beşdarî danişînê bibin. Em destnîşan dikin ku wêneyên kişandine û nûçeyên çêkirine ne sûc e û rojnamegerî jî ne sûc e. Hevalê me Erdogan Alayumat 6 meh in girtî ye. Bila Alayumat û 170 hevalên me rojnameger serbest bên berdan. Em ji hemû rojnamegerên girtî re azadî dixwazin.”