Danişîna doza parazvanên mafên mirovan a Buyukada dest pê kir 2018-01-31 12:34:13   STENBOL - Danişîna doza 1 jê girtî 11 parazvanên mafên mirovan ên li Buyukada hatin binçavkirin û doz li wan hat vekirin, li 35'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dest pê kir.    3'emîn danişîna doza 1 jê girtî 11 parazvanên mafên mirovan ên li Buyukada ya Stenblolê hatin binçavkirin û girtin, li 35'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dest pê kir.  Beriya danişîn dest pê bike, parazvanên mafên mirovan li ber Edliyeya Çaglayanê daxuyanî dan çpaemeniyê. Li ser navê parazvanên mafên mirovan Endamê Platforma Hevpar a Mafên Mirovan (İHOP) Feray Salman, daxuyanî da û bal kişand ser pêvajoya dozê û bê hiqûqîyê.    Salman, anî ziman ku li gorî hiqûqê divê ev doz qet nehatibûya vekirin û wiha got: "Lê mixabin ev doz wîcdanan xwîn dike û didome. Mixabin Serokê Şaxa Rêxistina Efoya Navneteweyî yê Tirkiye Taner Kiliç hêj girtî ye. Em dixwazin bi lezgîn serbest bê berdan. Em dixwazin ev doza ku ji hemû heq û hiqûqan dûr e bi dawi bibe û dadgeh demek berî demekê biryara beraetê bide. "   Parazvanên mafên mirovan piştî daxuyanî dan derbasî salona danişînê bûn. Gelek endamên çapemeniya navneteweyî, konsolosiyên biyanî, nûnerên parazvanên mafên mirovan û sefîrên welatên derve tev li danişînê bûn. Danişîna dozê didome.    DER BARÊ BÛYERÊ DE    Parazvanên mafên mirovan di 15'ê tîrmeha 2017'an de li Buyukada kargeriya der barê mafên mirovan û parastina mafên mirovan de amade kiribûn û polîsan bi ser kargeriyê de girtibû. Di 18'ê Tîrmehê de parazvanên mafên mirovan İdil Eser (Direktore Rêxistina Navneteweyî yê Tirkiye), Ozlem Dalkiran (Komeleya Hemwelatiyê), Gunal Kurşun (Komeleya Rojeva MAfên Mirovan), Veli Acu (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Ali Garawi (Hîndekarê Mafên mirovan ê Swêd) Peter Steudtner (Hîndkarê parazvanên mafên mirovan welatiyê Almanya, hatibûn girtin.    Parazvanên mafên mirovan İlknur Ustun, Nalan Erkem hatibûn berhdan û li ser îtîrazê di 23'ê Tîrmehê de dîsa hatibûn girtin. Nejat Taştan û Şeyhmus Ozbekli bi şertê kontrola edlî serbest hatibûn berhdan.