Kurd êrîşa li dijî Efrînê li dijî xwe dibînin 2018-01-31 12:02:12   AMED - SAMER'ê êrîşa TSK'ê û komên girêdayê wê ya li dijî Efrînê ji amediyan pirsî, sedî 83.2'yê wan li dijî operasyonê ne û ev tişt gotin: "Kurd û destkeftiyên wan di hedefê de ne."   Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî (SAMER), der barê êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê de nêrîna gelê Amedê girt û herî dawî di vê der barê de anket amade kir. Her çendî hikumet bêje "Ev operasyon ne li dijî kurdan e" û "Kurd piştgiriyê didin operasyonê" jî kurd berovajiyê vê dibêjin.   YÊN PIŞTGIRIYÊ NADIN SEDÎ 83.2 NE   Di navbera 25-25'ê Çileyê de li kuçe, tax û kolanên bajêr hin "anketên lokal" pêk hatin, hîssiyata der barê êrîşa li dijî Efrînê de gelek şênber e. Anketa bi 203 kesan re hatiye kirin, pirsên wekî "Hûn tevgera Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê çawa dinirxînin?", "Li gorî we Tirkiyeyê çima li dijî Efrînê tevgera leşkerî da destpêkirin?" ji welatiyan hatin pirsîn.   Ji pirsa "Hûn piştgiriyê didin tevgera Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê?"sedî 83.2'yê gelê Amedê got "na". Kesên piştgiriyê didin operasyonê sedî 6.9 e.   Li gorî anketê sedî 43.8'ê ku tev li anketê bûye dibêje ku “ez piştgiriyê nadimê”, sedî 39.4'ê wan “teqes ez piştgiriyê nadimê”, sedî 9.9 “ez naxwazim bersivê bidim”, sedî 5.9 “piştgiriyê didimê”, sedî 1 “teqes piştgiriyê didimê.”    'TIRKIYE LI DIJÎ KURDAN E'    Di xebata li qadê de, pirsa “Li gorî we sedema tevgera leşkerî ya Tirkiyeyê li dijî Efrînê çiye ye?” jî hat pirsîn. Bersivên ku hatin dayîn "Operasyon li dijî kurdan e" hat dayîn.    Gelek pirsên ku bersiva wan hatin dayîn û bi vekirî li gel hatin pirsin, sedî 16,3'yê wan bersiv nedan, rêjeya bersiv dayînê wiha ye:   “Li dijî destkeftiyên kurdan/rêveberiya kantonê kirine armanc: Sedî 62.1    Kurd kirine armanc: Sedî 57.6   Dixwazin demokgrafiyê (nifûsa kurdan) biguherînin: Sedî 17.7    Ji bo li Sûriyeyê bibin xwedî gotin: Sedî 14.3    Hatin lîstokê hêzan: Sedî 8.4   Ji bo ewlehiya sînor/welat: Sedî 5.9    Ji bo terorê: Sedî 1.5     Ji bo yekitiya neteweyî: Sedî 1”    KOORDÎNATORIYA SAMER'Ê: NÊZIKATIYA HERÊMÊ DIDE NÎŞAN   Koordînasyona SAMER'ê Yuksel Genç diyar kir ku Amed nêzikatiya siyasî ya herêmê dide nîşan û ev tişt got: "Dema ev dane derdikevin holê diyar dibe ku beşa herî zêde ya kurdan piştgiriyê nadin vê tevgerê. Dizanin ku ev tevger lidijî hebûn û destkeftiyên wanin."   Genç, di dema xebatê de çevdêrî jî kirine û di vê der barê de ev tişt got: "Mirov piştgiriyê nadin tevgera li dijî Efrînê, li gel wê nerazîbûnên xwe bi vekirî datînin holê û xwe di hewlehiyê de hîs dikin. Beşeke zêde ji tiştên qewimî Rûsyayê berpirsyar dibîne, lê DYA û hêzên din ên rojavayî jî bi ewle nabînin. Beşeke zêde têkiliya tevgera li dijî Efrînê û pêkanînên li herêmê di dema qedexeya derketina derve de derketin holê bi hev re girê dide."   'GIRÊDANA YEKITIYÊ DERKET HOLÊ'    Genç, destnîşan kir ku bi êrîşa li dijî Efrînê re, ew yekitiya demek dirêj e di navbera hin meylên kurdan de nehatibû girtin, di vê demê de derketiye holê.   MA / Sedat Yilmaz