Nameya girtiyan jin 'bifikare' dîtin 2018-01-31 11:23:08   ÎZMÎR - Jiyan Yildiz a ji Girtîgeha Jinan a Şakranê girtî ye, ji rojnameger Huseyîn Aykol re name şand, nameya wê "bifikare" dîtin û der barê wê de lêpirsîn vekirin. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 3'ya Şakranê operasyona Efrînê û pêkanîna cilên yek tîp şermezar kirin, der barê wan de 6 lepirsînên cuda vekirin.   Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê girtî ne, bi rêya parêzerên xwe der barê binpêkirinên mafan de agahî dan. Jiyan Yildiz di 9'ê Çileyê de ji nivîskarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Huseyîn Aykol re name şand, der barê wê de lêpirsîn dan destpêkirin. Nameya Yildiz a der barê binpêkirinên mafan de "bifikare" hat dîtin dîsa dan wê û di çarçoveya Qanûna Mafên Înfazê ya Tevdîrên Ewlehî û Cezayê de lêpirsîn dan destpêkirin.   Yildiz di nameyê de, binpêkirinên mafan û zextênh li girtîgehê nivîsîn, her wiha got ku di dema hevdîtina vekirî de dolab li ber birayê wê yê piçûk de ketiye û difina wî çiq bûye. Yildiz destnîşan kir ku di beşa venerîna çavan de dolab li cihê xwe nehatiye bizmarkirin, ji ber wê ketiye, malbata wê jî serlêdana sûc kiriye. Hat gotin ku dem dem der barê Yildiz de lêpirsîn tê vekirin, xwestiye biçe koxûşa girtiyên siyasî, destûr nedane wê.   JI BO EFRÎNÊ LÊPIRSÎN VEKIRIN   Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 3 a Şakranê dimînin jî aşkera kirin ku hevdîtina wan a bi parêzeran re kêm kirine, bi keyfî tu pirtûk nedane wan û hevdîtina telefonê jî di hefteyê de 2 caran tê kirin.   Parêzeran da zanîn ku cilên yek tîp anîne girtîgehê û li benda fermanê ne, ji ber ku girtiyan li dijî operasyona Efrînê û cilên yek tîp dirûşm berz kirin der barê wan de 6 lêpirsînên cuda dane destpêkirin.