Endamê DÎB’ê Tuzel: Divê CHP li gel aştîxwazan tev bigere 2018-01-31 09:31:35 STENBOL – Endamê Ji Bo Yekîtiyê Demokrasî (DÎB) Levent Tuzel der barê destekdayîna CHP’ê ya operasyona Efrînê de got: “Em dixwazin CHP bi aştîxwazan re tev bigere. Divê li dijî siyaseta şer siyaseta aştiyê biparêze.”  Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ên li dijî Efrînê di roja 12’emîn de dewam dikin û her diçe li dijî êrîşan bertek zêde dibin. Endamê Ji Bo Yekîtiyê Demokrasî (DÎB) Levent Tuzel ji bo demokrasiyê wiha got: “Em ên ji bo demokrasiyê xebatên yekîtiyê dimeşînin, bi her awayî li dijî vî şerî ne û divê demildest bê rawestandin. Em naxwazin birîn kûrtir bibin û windahî zêde bibin. Lê mixabin zêde dibe û agahiyên mirinê tên. Ku wisa dewam bike dê hejmara miriyan zêdetir bibe. Wek her carê me mafê xwe yê aştiyê parast û em ê biparêz in.”    'DERDÊ TIRKIYÊ KURDÊN LI SÛRIYEYÊ YE’    Tuzel da zanîn ku bi vê operasyonê dê Tirkiye negihîje tu encamê û wiha dewam kir: “Derd û kulê Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê sazîbûna kurdan e. Tehdîdek kurdan hebe ew jî avakirina biratiya bi gelan re ye. Desthilatdarî li welatê me jî tenê dikare bi riya aştiyê pirsgirêka kurd çareser bike. Lê ev demek dirêj e Tirkiye berevajî vê yekê serî li riyên cuda dide û di şaşîtiyê xwe de israr dike.”    'ERDOGAN SÛC DIAFIRÎN E’    Tuzel destnîşan kir ku tercîhkirina operasyonek wiha amadekariyên hilbijartina 2019’an e ku Erdogan dixwaze desthilatdariya yekpartiyê ava bike û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê dixwazin bi siyaseta şer muxalefetê bêdeng bikin û OHAL’ê mayînde bikin. Ji bo di hilbijartinê de destê xwe xûrt bike welat biriye nav şer û ciwanan daf dide nav qada şer. Çareserî bi aştiya nav gelan, diyalog û dîpolomasiyê pêkan e. Çareserkirina pirsgirêka kurd jî tenê bi riyên demokratîk û gel dahatûya xwe bi xwe diyar bikin pêkan e. Lê li welat kesê behsa aştî û demokrasiyê dike di bin dorpêçê de ye. Bi sûcdarkirinê re rû bi rû mane. Erdogan bi xwe sûc diafirîne.”    'DIVÊ TIRKIYE BIRATIYA BI GELÊN SÛRIYÊ RE BIPEJIRÎNE’    Tuzel destnîşan kir ku bi daxwaza aştiyê dijderketina şer ne sûc e û got: “Divê desthilatdarî demildest dev ji vê yekê berde. Bêyî ku windahî zêde bibin pêwîst e Tirkiye ji axa welatê sînor derbikeve. Divê gelên li Sûriyeyê bikaribin xwe bi xwe bi rê ve bibin û Tirkiye, biratiya bi pêşengiya gelê kurd hatiye sazkirin bipejirîne.”   'BILA CHP DEST JI ŞER BERDE’    Tuzel sekna CHP’ê ya li cem Erdogan a ji bo operasyona Efrînê jî rexne kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em daxwaz dikin ku CHP demildest dest ji vê polîtîkaya xwe berde. Em dixwazin CHP bi aştîxwazan re tev bigere. Divê CHP li dijî siyaseta şer siyaseta aştiyê biparêze.”    MA / Bîlal Seçkîn – Yasîn Kobulan