Dozeke din a Demîrtaş neqlî Enqereyê kirin 2018-01-31 09:26:00 AMED - Daîreya Ceza ya 5'an a Dadgeha Bilind bi hinceta "kesekî tê naskirin" û "ewlehiyê" doza ku li Şirnexê li Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hat vekirin, neqlî Enqereyê kir. Bi vê biryarê re heta niha 3 dozên der barê Demîrtaş de bi hinceta "ewlehiyê" sewqî Enqereyê hatine kirin.  Di 27'ê kanûna 2013'an de Hevserokê HDP'ê yê Giştî Selahattîn Demîrtaş, li ber avahiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) a Şirnexê tev li mîtînga danasîna namzetan bibû. Ji ber tev li vê mîtîngê bû bi hinceta "Lidarxistina civîn û xwepêşandanên dijqanûnî û birêvebirin wan" doz lê hatibû vekirin. Doz li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 1'emîna Şirnexê pêk dihat û ji sal û 3 mehan heta 3 salan cezakirina Demîrtaş tê xwestin. Demîrtaş di parêziya xwe ya li dadgehê de, diyar kiribû ku ew dixwaze tev li dadgehkirinê bibe û parêziya xwe bike û ew ê bi riya SEGBÎS'ê parêziyê neke. Li ser vê dadgehê nivîsek ji girtîgeha ku Demîrtaş lê tê girtin re şand û xwest Demîrtaş tev li danişîna doza ku bi awayekî negirtî pê tê darizandin bibe. Fermandariya Bolûka Cendirmeyan a Girtîgeha Tîpa Taybet a Edîrneyê jî nivîs ji dadgehê re şand û bi hinceta Demîrtaş "kesekî tê naskirin, zanîn, xwedî derdoreke berfireh e û wê di dema sewq û danişînê de rîskên cidî yên ewlehiyê xwe bidin der" Demîrtaş neanî girtîgehê.    Dîreya Ceza ya 5'emîn a Dadgeha Bilind, daxwaza dadgehê ya têkildarî neqilkirina dozê nirxand û bi hinceta "ewlehiyê" biryara neqilkirina dozê da. Wê doz li Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya Enqereyê pêk bê.    Her wiha berê jî bi hinceta "ewlehiyê" du dozên Demîrtaş ên li Amedê neqlî Enqereyê hatibûn kirin.