Seydayê medreseyê der barê rûxandina goristanan de: Dijminatî ye 2018-01-31 09:25:20 MÊRDÎN – Endamê DÎK'ê Mehmet Oncu yê li medreseyê dersa fiqihê dide bertek nîşanî êrîşên li hemberî goristan û cenazeyan da û wiha got: "Ev bi awayekî aşkere dijminatî ye. Ev bêrêzîtî ye û li hemberî hemû mirovatiyê hatiye kirin. Ev tê wateya ku ji Xwedê re şîrk tê çêkirin."  Li Qosera Mêrdînê, endamê Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) û seydayê medreseyê Mehmet Once, balê kişand ser rûxandina Goristana Xerzanê û derxistina 267 cenazeyan. Oncu diyar kir ku ev êrîş bi tu awayî nayên qebûlkirin.    'REWŞEKE DERÎ MIROVATIYÊ YE'    Oncu, destnîşan kir ku di îslamiyetê û ehlaqê wê de êrîşa li dijî goristanan tune ye û divê tu kes vê rewşê qebûl neke. Oncu ku got "fermanên Qur'anê nehatine hesibandin" û wiha domand: "Dev ji texrîbatkirina goristanan berdin, dema mirov li pişt miriyekî jî biaxive guneh e. Ev rewşeke derî mirovatiyê ye." Oncu destnîşan kir ku texrîbatkirina goristanan zilm û şermeke mezin e û ev tişt gotin: "Pêxemberê me dibêje; kî bêhurmetiyekê li goristanan bike, ew li hemberî hemû mirovatiyê dike. Bêrêzîtiya li hemberî hemû mirovatiyê jî tê wateya ku ji Xwedê re şîrk tê çêkirin."    ‘DIJMINATÎ YE'    Oncu, diyar kir ku ev êrîş perçeyeke polîtîkayên tunekirin û şer ên li hemberî gelê kurd in û nedayîna cenazeyan jî wek "fesadiyê" wesifand. Oncu diyar kir ku bêdengiya li hemberî texrîbatê jî tê wateya hevpariya sûc û bi van gotinan bertek nîşan da: "Ev bi awayekî aşkere dijminatî ye. Ji gorên zarokên vî gelî jî ditirsin. Divê kes li hemberî van tevgerên bêrûmet bêdeng nemîne. Hêviya me ew e ku tovên kîn û nefretê li nav civakê neyê reşandin. Bila destên xwe ji goristanan bikêşin."